Encamnameya 2. Kongreya YRA hat aşkerakirin

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) diyar kir ku wê hemû çalakiyên xwe bi pisportî, afirênerî, belavkirina agahiyan, têgeha demokrasiyê û avakirina hevsengiyekê di navbera kes, civak û xwezayê de bimeşîne.

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) diyar kir ku wê hemû çalakiyên xwe bi pisportî, afirênerî, belavkirina agahiyan, têgeha demokrasiyê û avakirina hevsengiyekê di navbera kes, civak û xwezayê de bimeşîne. Her wiha wê derfetên pêşxistina karê rojnamevantiyê jî pêş bixe û atmosfereke guncaw ji bo belavkirina nêrînên cuda peyda bike.

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) encamnameya Duyemîn Kongreya xwe ku di 2’ê Cotmehê de li bajarê Qamişlo hate lidarxistin, bi daxuyaniyekê aşkera kir û tê de got: “Yekîtiya Ragihandina Azad rêxistineke pîşeyî ye û rewatiya xwe ji endam û armancên xwe werdigire û bidestxistina agahiyan mafekî parastî ye.”

Daxuyaniya YRA’yê wiha ye:

“Li ser bingeha ku çapemenî amûrekî herî bi bandor di civakê de ye û bi aşkerakirina wê ji rastî û nerastiyên hatine nixûmandin re, raya giştî ya civakê diyar dike. Ji bo avakirina tevgereke çapemeniya azad û parvekirina rastî û agahiyan bi civakê re misoger bibe, Yekîtiya Ragihandina Azad di 2’ê Cotmeha 2015’an de duyemîn kongreya xwe li bajarê Qamişlo bi amadebûna 154 nûnerên her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê, nûnerên hemû sazî û dezgehên çapemeniyê yên serbixwe li Rojava û gelek mêvanên ji saziyên cuda yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên civaka Sivîl ên Rojava hate lidarxistin.

Li ser bingeha berpirsyariya dîrokî ya li ser milên rojnamevanan û di atmosfereke demokratîk û zelal beşdarên kongreyê dozên girêdayî tevgera çapemenî û şêwazên pêşxistina wê li gorî şoreşa gelê Kurd û şoreşa hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Beşdarên kongrayê rapora YRA ya dema bihurî nirxandin. Her wiha çalakiyên wê ji bo hevgirtin û hêsankirina kar û xebatên rojnamevanan ji bo parvekirina agahiyan bi civakê re hatin gotûbêjkirin.

Beşdarên kongreyê diyar kirin ku divê hemû kêmasiyên rû dane bêne derbaskirin û pergala rêxistinî ya YRA ji nû ve bê birêxistinkirin û armancên wê li gorî veguhertinên di aliyên siyasî, ewlehî û rêveberî de bêne diyarkirin.

Di kongreyê de taslaxa rêziknameya YRA’yê hate pêşkêşkirin û li ser giştî nirxandin û pêşniyaran, kongre bi van encaman bi dawî bû:

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) diyar kir ku wê hemû çalakiyên xwe bi pisportî, afirînerî, belavkirina agahiyan, têgeha demokrasiyê û avakirina hevsengiyekê di navbera kes, civak û xwezayê de bimeşîne. Hevgirtina di navbera pêkhateyên herêmê de xurttir bike. Zelalbûna vîna civakê ya hevbeş bêhtir xurt bike. Atmosfereke temamkirinê di navbera alîgiran, çand û pêkhateyên cuda li Rojava û Sûriyeyê peyda bike.

YRA rêxistineke pîşeyî ye û rewatiya xwe ji endam û armancên xwe werdigire. Her wiha bidestxistina agahiyan mafekî parastî ye û ji bo vê yekê têdikoşe û astengiyên li pêşiya vê yekê radike. YRA di rêgeza xwe ya bingehîn ji bo pêkanîna ragihandinek azad de azadiya jinan diparêze û li hemberî hemû nêrînan rêzdar e.

YRA bi rêxistinkirina perwerde û dîdargehên çapemenî hewl dide derfetên pêşxistina karê rojnamevanan zêde bike. Her wiha ji bo peydakirina atmosfereke guncaw ji bo parvekirina nêrînên cuda ku hemû rojnamevan karibin agahiyan werbigirin û belav bikin, têdikoşe.

Di kongreyê de piştî nirxandin û guhertina hin xalên rêziknameyê li ser hate erêkirin û weke bingeha kar û xebatan hate destgirtin.

Di kongreyê de sîstema hevserokatiyê hate pejirandin û rojnamevanên bi navên Ekrem Berekat û Şehnaz Osman wek hevserokên YRA’yê ji aliyê beşdaran ve hatin hilbijartin. Her wiha desteyeke giştî ji bo birêvebirina kar û xebatên YRA’yê ji 21 endamên ji her sê kantonên Rojava hate avakirin.

Li ser bendên rêziknameyê Desteya Giştî ya YRA’yê yekemîn civîna xwe li dar xist û têde komîteyeke rêveber ku ji 7 endaman pêk tê ava kir.”