Ji Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê civîna dema navberê
Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê, yekemîn civîna xwe ya dema navberê lidar xist. Di civînê de polîtîkaya nû ya Rûsyayê li ser Sûriyeyê hat nirxandin û terora dewleta Tirk a di dema dawî de li Bakurê Kurdistanê zêde bûye, hat şermezarkirin.
ÊRÎŞ QOSER
TAMBOV
yekşem, 4 kewçêrê 2015, 12:26
Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê, yekemîn civîna xwe ya dema navberê li Navenda Xebatê ya Dîcle ya bajarê Tambovê pêk anî. Tevî endamên meclîsê, gelek Êzidî tevlî civînê bûn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bıranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir. Hevserokê Kongreyê Cemal Şemoya di axaftina xwe ya li civînê de got, "Kurd êdî li Rojhliata Navîn yekane hêza bi îstiqrar a têdikoş e û mezin dibe ye."
Şemoyan diyar kir ku stratejiya hêzên global a li ser Sûriyeyê, bi destwerdana Rûsyayê re hilweşiya ye û got, "Di dema ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de, Kurd rastiyeke xurt e ku nabe ji nedîtî ve bên. Bi destwerdana Rûsyayê li Sûriyeyê re, planên hêzên global ên li ser Sûriyeyê ser û bin bûn. Bi vê yekê re wê stratejiyên nû derkevin holê. Lê belê hemû hêzên Kurdan ji nedîtî ve werin, mehkûmî têkçûnê ne."
Şemoyan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser terora dewletê ya piştî 7'ê Hezîranê li Bakurê Kurdistanê zêde bûye û destnîşan kir ku AKP ji vê saetê û şûn ve, li Kurdistanê zehmete dengekî bi tenê jî werbigire.
Di herikîna kongreyê de, endamên meclîsê yên ji herêmên cuda hatin, xebatên kongreyê bi berfirehî nirxandin. Çapemeniya herêmî jî bi baldarî civîn şopand. Piştî civînê, daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn.