Ketin û derketina Liceyê hat qedexekirin
Li 6 taxên Liceyê, ku ji îro danê sibehê saet di 05:00 û pê ve ketin û derketin qedexe ye, hat ragihandin ku hêzên çekdar ên dewletê xwe amade dikin êrîş bikin.
Li 6 taxên Liceyê, ku ji îro danê sibehê saet di 05:00 û pê ve ketin û derketin qedexe ye, hat ragihandin ku hêzên çekdar ên dewletê xwe amade dikin êrîş bikin.
Walîtiya Amedê, ketin û derketina Liceyê qedexe kir. Li 6 taxên ku ji saet 05:00 û vir ve qedexe li ser heye, tê gotin ku hêzên çekdar ên dewletê amadekariya êrîşê dikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê de hat ragihandin ku wê li taxên Konûklû, Yaprakkoy, Ahmetbey, Yunluce, Gurbeylî û Hamzabeyê operasyon were meşandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber vê sedemê ji saet 05:00 û pê ve ketin û derketina li van herêman heta fermaneke duyemîn qedexe ye.