Leşkeran top li taxa Eskî Kişla ya Geverê barandin
Li navçeya Colemêrg Geverê, tîmênt tevgera taybet bi çekên giran gule li gelek taxan reşandin. Ji Tabûra Efeler jî top li Taxa Eskî Kişla hat barandin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, tîmênt tevgera taybet bi çekên giran gule li gelek taxan reşandin. Ji Tabûra Efeler jî top li Taxa Eskî Kişla hat barandin.
Tîmên tevgera taybet, duh nîvê şevê taxên Cûmhûriyet, Eskî Kişla, Yeşîldere û Dîcle dorpêç kirin û êrîşî gel kirin. Tîmên taybet bi çekên giran gule li taxan reşandin. Şêniyên taxan jî bi derketina derve û tilîliyan êrîş şermezar kirin. Ji Tabûra Efeler jî, top li taxa Eskî Kişla hatin barandin. 5 ji van topan li bexçeyê Parka Çandê ya Apê Mûsa ketin.
Bi mezinbûna berxwedana gel re tîmên tevgera taybet ên Tirk neçar man nîvê şevê bi wesayîtên zirxî xwe ji taxan vekişînin.