Dîcle: Kesên ev hovîtî kirine wê çawa li rûyê gelê Kurd binêrin
Bi sedan welatî çûn serdana "Şehîdgeha Xerzanê" ya Bedlîsê ku yek ji goristanan e bi fermana Serokkomar Erdogan hate xerabkirin û hikûmeta AKP'ê şermezar kirin.
Bi sedan welatî çûn serdana "Şehîdgeha Xerzanê" ya Bedlîsê ku yek ji goristanan e bi fermana Serokkomar Erdogan hate xerabkirin û hikûmeta AKP'ê şermezar kirin.
Bi sedan welatî çûn serdana "Şehîdgeha Xerzanê" ya Bedlîsê ku yek ji goristanan e bi fermana Serokkomar Erdogan hate xerabkirin û hikûmeta AKP'ê şermezar kirin. Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle bertek nîşanî van pêkanîn da û got "Kesên ku ev hovitî kirine wê çawa li rûye gelê Kurd binêrin?"
Li "Şehîdgeha Xerzanê" ya gundê Olek a Bedlîsê, ku bi fermana Serokkomar Tayyîp Erdogan, di 28'ê Îlonê de bi operasyona ku 5 hezar leşker û polîsên tîmên taybet tevlîbûn hate xerakirin daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Bi hezaran welatî îro li gel Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, parlamenterên HDP'ê û hevşaredarên DBP'ê ji Tetwanê ber bi gundê Olek ve bi rê ketin û li goristanê lêkolîn kirin.
'HÎTLER JÎ WIHA NEKIR'
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle li vir axivî û got ku di hiqûqa şer de jî xerakirina goristanan tine ye û wiha berdewam kir: "Hewl dane ku mizgeftê bişewitînin lê gel destûr nedaye. Mêvanxane xera kirine. Di şerê Hîtler de jî koordînatên cihên dêran dabûn pîlotan. Ji wan re hate gotin ku divê ev dêr zerar nebînin lê desthilatdariyek ku xwe Îslamî bi nav dike dest dirêjî goristan, malên cem û nirxên pîroz dikin."
Dîcle got ku AKP'ê navê xwe bi tîpên reş qeydî dîroka mirovahiyê kiriye û wiha axivî: "Yên ku ev hovîtî kirin wê çawa li rûyê gelê Kurd binêrin. Em fêrî mirinan bûn lê em ê êrîşên li hemberî nirxên xwe ti carî qebûl nekin."
Girseyê piştî ku dûa xwend ji goristanê veqetiya.