Parlamenter Irgat: Şehîdgeh hilweşandin, leşkeran em gulebarankirin

Parlamenterên HDP’ê dema diçûn Şehîdgeha Xerzanê ya hatiye xerakirin lêkolînan bikin, rastî êrîşa leşkeran hatin. Parlamenter Irgat got, “Dema em dihatin gulebarankirin, ez li Walî geriyam. Bi min re neaxivî.”

Giştînameya veşartî ya Wezareta Karên Hundir ji bo xerakirina 14 şehîdgehan ji waliyan re şandiye di meriyetê de ye. Niha jî leşker êrîşî Şehîdgeha Xerzan a li gundê Olek ê girêdayî Bedlîsê dikin.

Di encama êrîşê de goristan bi temamî hat xerakirin.

Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat tiştên jiya û dît vegot:

“Dema ji bo lêkolînê em diçûn, em nêzî herêmê bûn li ser wesayîta ez jî tê de, gule reşandin. Dema em ji wesayîtê daketin jî gule barandin. Ji ber vê jî me lêkolînek bi tendurist pêk neanî. Lê avahiya li şehîdgehê xera kirine. Gor texrîb kirine. Ketina şehîdgehê xera kirine, mizgeft û kanî bi erdê re kirine yek. Gundên nêz jî zerar dîtine. Eraziyek mezin jî daristan dişewitin. Nêzî 100 kewarê gundiyekî yê mêşên hingiv şewitîne. Ketin û derketinên herêmê tên astengkirin. Gelê sivîl nikare têkeve herême, di heman demê de agahî tên ku kesên hatine binçavkirin jî hene. Telefon naxebitin.”

Irgat bal kişand ku ev du roj in dixwaze bi Waliyê Bedlîsê re biaxive û got: “Îro dema gule li ser me direşandin, ez bi telefonê geriyam û parêzvanê wî vekir. Min got guleyan li ser me direşînin, îxtîmaleke mezin dengê çekan jî dibîhîstin. Lê got ku di civînê de ye, pêwîst bibe wê biaxive. Ti axaftinên me jî çênebûn.”

Parlamentera HDP’ê Mizgîn Irgat got: “Bi wesayîtên kar, kobra, sedan leşker, tank, wesayîtên zirxî ve operasyonek mezin dimeşandin, xera dikirin.” û axaftina xwe wiha domand: “Em gihiştine asteke ku êdî wijdan nema dikare rake. Em di nuqteya dawî de ne; li hember cenazeyan, miriyan bêrêzîyek herî mezin pêk hat. Ev giştî, rewşeke înfîalê dide avakirin. Goristan cihê ku mirov dûayan dikin, êşên xwe kêm dikin, cihên olî ne. Ev êrîş hêrsên mezin di nav gel de ava dikin.”

Irgat dest nîşan kir ku di sedema êrîşên li hember cihên olî tinene û got: “Ev êrîş, li gor konsepta herî dawî hatine amadekirin, îpotekê datînin ser îradeya gel, wesayetek e. Divê tavilê ev bi dawî bibin. Pêwîst e rêzê bidin îradeya gel.”