Gaydali: Polîsan em bi mirinê tehdîd kirin, leşkeran em gulebaran kirin

Li gundê Olek ê Bedlîsê polîs û leşkeran gule berdan parlamenterên HDP’ê yên xwestin bikevin “Şehîdgeha Xerzanê”. Parlamenter bi mirinê hatin tehdîdkirin.

Bomberdûmana artêşa Tirk a li hember “Şehîdgeha Xerzan” a li gundê Olek a Bedlîsê ku didome, bi hezaran kesên polîs û leşkeran li pêşiya wan bend danîn diherikin şehîdgehê.

Leşkeran gule berdan ser sivîlên ku di nav wan de parlamenterên Bedlîsê yên HDP’ê Mahmût Celadet Gaydali, Mizgîn Irgat, hevşarên DBP’yî jî hene û çalakiya mertalên zindî dane destpêkirin.

GAYDALI: LEŞKERAN EM GULEBARAN KIRIN

Parlamenterê Bedlîsê Celadet Gaydali yê ji ANF’ê re axivî der barê rewşa dawî de agahî da. Gaydali diyar kir ku li qada şehîdgehê pevçûn didomin û got: "Serê sibehê bomberdûmanek dijwar hebû. Bi helîkopteran şehîdgeh bombe dikirin.” Gaydali diyar kir ku ji ketina Bedlîsê ve hemû rê ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatine girtin, destûr nedan ti wesayît derbas bibin. Gaydali anî ziman ku wek parlamenter hewl dan bikevin şehîdgehê lê gelek caran pêşiya wan ji aliyê polîs, tîmên taybet û leşkeran ve hat qutkirin. Gaydali anî ziman ku polîsên sivîl ên duh rêya wan girtin ew bi mirinê tehdîd kirine û got, “Em bi gulebaranê tehdîd kirin. Gotin ku eger em sînorê xêz kirine derbas bikin wê ‘parlamenteriya me bikeve.’”

GEL LI ŞEHÎDGEHÊ XWEDÎ DERDIKEVE

Her wiha hat ragihandin ku mertalên zindî duh wesayîtên zirxî yên ji bo xerakirina şehîdgehê diçûn asteng kirine. Hat diyarkirin ku danê sibehê wesayîtên kar careke din berê xwe dane qadê.

Di vê navberê de hat destnîşankirin ku di gulebaran û bomberdûmana helîkopteran de li qada Xerzanê nêzî 15 donim erazî şewitiye.

Li derdora goristanê ku dem bi dem dengê pevçûnan tê, ji ber xetên telefonan hatine qutkirin, ji herêmê agahiyeke zelal nayê girtin.