Hediye Yûsuf: Ragihandina azad amûra gihandina rastiyê ye
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsuf diyar kir ku raghandina azad amûra gihandina rastiyê ye.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsuf diyar kir ku raghandina azad amûra gihandina rastiyê ye.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsuf diyar kir ku ragihandina azad amûra gihandina rastiyê ye.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsuf di 2’yemîn Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) a li Qamişlo dom dike de axivî. Hediye Yusuf got ku lidarxistina vê kongreyê serketinek ji serketinên ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine ye û rastiya mirovahiyê di rêya ragihandina dîtbarî, bihîstwarî û nivîskî derdikeve holê.
Hediye Yusuf got: “Ragihandin amûra ku dikare rastiyê bigihîne raya giştî. Dikare dengê kesên di bin zilmê de ne bigihîne cîhanê û daxwaza mafên wan bike. Hêzên desthilatdar, desthilatiya xwe li ser ragihandinê ferz kirin û gelek rastî veşartin û nehiştin ku ew rastî bigihêjin civakê. Ragihandina azad rûyê rast ê Neteweyan derdixe holê û di çareserkirina kêmasiyan û pirsgirêkên civakê de roleke mezin dilîze.”
Hevseroka Kantonê, destnîşan kir ku ji destpêka ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatiye avakirin, giringiyek mezin ji bo pêşxistin û avakirina ragihandineke azad a di bi hemû beşên xwe hatiye dayîn, da ku rastiya rihê şoreşê derkeve holê.
Hediye Yusuf bal kişand ser rola têkoşeran a di gihandina rastiyê de û got: “Di oxira gihandina dengê rastiyê de gelek kesan jiyana xwe feda kirin. Tevî hemû astengiyên ku derketin jî ragihandina azad karibû ku bibe dengê şoreşê.
Hediye Yusuf di axaftina xwe de ji bo rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê jî ev tişt gotin: “Em weke Hevserokatiya kantonê keda ku hemû rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê ji bo ragihandina rastiyê û nasandina şoreşa Rojava, pîroz dibînin. Em ji wan dixwazin ku li hember hemû siyasetên Emperyalîst yên ku li dijî herêma me tên meşandin, hişyar bin. Ji ber hemû siyasetên ku li dijî me tên meşandin armanca wan ew e ku îrade û vîna me bişkînin. Her wêneyek, gotinek yan jî dîmenek ku tê weşandin dikare ku temsîla çanda Neteweya Demokratîk û civaka demokratîk ya bi salane ji bo azadiya xwe têdikoşe, bike.”
Hediye Yûsuf di axaftina xwe de destnîşan kir ku berpirsyariya ragihandina azad pir mezin û bi taybet jî di vê dema ku em têre derbas dibin û wiha domand: “Em di vê pêvajoyê de bi şerekî ragihandinê re rû bi rû ne. Ev şerê ragihandinê hedef dike ku rastiya Neteweya Demokratîk berevajî bike. Hûn jî weke ragihandin rola we ev e ku hûn rastiyê rihê Neteweya Demokratîk, têkoşîna ku tê meşandin, derxin holê. “
Hevseroka Kantonê Hediye Yûsuf got ku gelek rexne li ser raghandinê hene û di rêya vê kongreyê de divê hemû pirsgrêk bên çareserkirin da kadroyên pispor û hişyar yên ku karibin wateya fikir û felsefeya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û Neteweya Demokratîk ragihînin.
Hediye Yûsuf di dawiya axaftina xwe de ji bo hemû xebatkarên çapemeniyê serketin xwest.
Kongre didome.