HPG: 24 leşker, 27 tîmên taybet û 2 polîs hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayan ên li hember artêşa Tirk de li gor ên hatine tespîtkirin 24 leşker, 27 tîmên taybet û 2 polîs hatin kuştin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan de ev agahî da:

COLEMÊRG

“Di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşît Serdar de; 29’ê Îlonê saet di navbera 08.00-10.00’an de hêzên gerîlayên me li rêya navbera navçeyên Gever-Şemzînanê yên Colemêrgê kontrolên nasnameyan kirin û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi hawanan herêma navbera Merdûşa û Tepê Harûna bomberdûman kir. Piştî nîvro saet 14.00’an, artêşa TC bi konvoyek tank, panzer, kîrpî û jameran ve xwest ber bi qadê ve biçe. Li ser vê, hêzên gerîlayên me li hember vê konvoya çalakiyek sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de panzerek bi temamî hate îmhakirin û tevahî leşkerên tê de yî jî mirine.

Piştî çalakiyê, leşkerên ji konvoyê daketin jî hêzên gerîlayên me bi çekên giran û ferdî ve çalakiya xwe domandin. Li hember çalakiya hêzên gerîlayên me, artêşa TC bi 4 helîkopterên Kobra û tankan ve herêm heta saet 18.00’an bomberdûman kirin. Piştî hêzên gerîlayên me ji qada çalakiyê qedemeyekê vekişiyan, artêşa TC panzera ku di çalakiyê de îmha bû û miriyên xwe bi dizî veşartine. Mirî û birîndar bi wesayîtên zirxî ve rakirin qereqola Dûrê.

Her wiha, saet 18.00-22.00’an artêşa TC girên Sîpîlîz û Ahmetvendê û gundên derdorên wan bi obus û hawanan bomberdûman kir. Di çalakî û pevçûnê de bi zelalî 14 leşker hatin kuştin, hejmarek zêde leşker jî birîndar bûn. Di van pevçûnan de 2 gerîlayên me bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn. Ev çalakiya ji bo bîranîna hevalê Denîz Farûk û 6 hevalên pê re li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê şehîd ketine pêk hat.

29’ê Îlonê saet 11.30’an hêzên gerîlayên me li hember konvoya artêşa TC a ji navçeya Şemzînan a Colemêrgê diçû herêma Şapata rêzeçalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin 1 jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, ambûlans hatin qadê; mirî û birîndarên xwe rakirin. Piştî çalakiyê heta êvarî, qereqolên Şapata, Goman û alaya Şemzînanê herêma navbera Şapata û navçeya Şemzînanê bi hawan û obusan bomberdûman kirin.

SÊRT

28’ê Îlonê saet 18.00’an tîmek gerîlayên me li hember qereqola Meylana ya girêdayî Mişarê ya Sêrtê çalakiyek sûîqestê pêk anîn û leşkerek kuştin.

29’ê Îlonê saet 16.30’an kontrayên gundên Dihê û Gîver û tîmên taybet li herêma Bogaza Dewkê ya gundê Dewkê ya Mişarê girêdayî Sêrtê operasyon destpê kiribûn, operasyon bê encam ma. Nîv saetê erazî rasterast gulebaran kirin, di encam de erazî şewitandin.

18’ê Îlonê saet 11.30’an hêzên gerîlayên me li hember mînîbusek ku 6 tîmên taybet û cerdavanek tê de erzaq ji qereqolê re dibirin, li navbera qereqolên Kevin û Kale çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de 4 tîmên taybet hate kuştin, 2 jî birîndar bû. Her wiha cerdevanê di wesayîtê de jî bi sivikî birîndar bû. Piştî çalakiyê bi saetekê, artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ve rakir. Medyaya şerê taybet, ev çalakî û encamên wê veşartî hiştiye.

 

27’ê Îlonê saet 07.00’an artêşa TC operasyonek bejahî ya berfireh bi 10.000 leşkerî ve destpê kir. Leşker ji Sêrt, Şîrwan, Baykan û qereqolên Baykanis, Argo, Kirdîlek, Qanexder, Mudus û Îskambûlê anîn. Operasyona ku li herêma Mergelo veşartî tê meşandin. Operasyona ku cerdevan jî tevlî bûne li 4 cihan hêzên gerîlayên me lê dan. Hem dema leşker danînê de hem jî çalakiyên li hember baskên êrîşê, 7 leşker hatin kuştin, 1 jê berbaz 2 leşker jî birîndar bûn. Hêzên gerîlayên me ev operasyona berfireh vala derxist, artêşa TC hinek yekîneyên veşartî di erazî de hişt û vekişiya. Di encama operasyona bê encam de leşkeran derdorên xwe rasterast gulebaran kirin û erazî şewitandin. Ev şewat hê jî didome.

30’ê Îlonê (îro) saet 06.00’an artêşa TC li sîlsîleya Çiyayê Qedîma ya girêdayî Şêx Cûma bi 7 helîkopterên Skorsky leşker danîn û dest bi operasyonê kirin. Ev operasyon hê jî didome.

RIHA

28’ê Îlonê saet 18.45’an eskortek Midûrê Emniyeta Rihayê û Şaredarê Rihayê jî tê de, dema ji Sîwerekê diçû Rihayê, hêzên gerîlayên me çekên ferdî ve çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de wesayîta Midûrê Emniyetê tê de hate hedefgirtin û wesayît hate derbekirin. Ev çalakî ji ber ku Şaredarê Rihayê teşwîqên cerdevantiyê dike û xebatên cerdevantiyê dimeşîne, çalakiyeke hişyariyê bû.

AMED

28’ê Îlonê saetên nîvro hêzên gerîlayên me li hember polîsên ewlehiya Lojmanên Polîsan dikin a li navçeya Bismil a Amedê, çalakiyek pêk anîn. Polîsên ji 30 metreyan bi roketan derbe xwarin, bi 4 ambûlansan ji cihê bûyerê rakirin. Lê hejmareke zelal nehate bidestxistin.

MÛŞ

29’ê Îlonê saet 18.00’an 2 endamên tîmên taybet li navenda navçeya Gimgimê ya Mûşê dema diçûn navçeyê hatin hedefgirtin. Di çalakiya de her du tîmên taybet jî hatin kuştin, tîma me ya çalakvan jî bi saxlemî vegeriyan bargehên xwe.

ÇALAKIYÊN TOLHILDANÊ

Ji bo Şehîd Baran Dêrsim û demên dawî de hevalên li Amed, Erzîrom, Elkê şehîd ketin, her wiha êrîşên li hember şehîdgehan; heval çalakiyên tolhildanê pêk tînin.

28’ê Îlonê êvarî saet 21.00’an li Taxa Şakîrpaşa ya Edeneyê, yekîneya me ya Tolhildanê ya Şehîd Zafer li hember wesayîtek polîsan çalakiyek pêk anîn. Di wesayîta polîsan de 1 jê Serkomîser, 2 polîs hatin kuştin. Piştî çalakiyê yekîneya me ya gerîla bi saxlemî vegeriyan bargehên xwe.

29’ê Îlonê danê êvarî saet 18.00’an, ji bo bîranîna hevalê Şehîd Raman Soro û bersiva êrîşên li hember şehîdgehan çalakiyek berfireh pêk hat.

Li hember konvoya ku operasyon li hember Şehîdgeha Garzanê pêk anî, li navbera Hezo û Êlihê çalakiyek sabotajê pêk, di çalakiyê de wesayîtek Akrep û dolmîşek leşkerî bi temamî hate îmhakirin. Di vê çalakiyê de qasî ku gerîlayên me bi çav dîtine bi zelalî 20 tîmên taybet hatine kuştin. Li gor çavkaniyên herêmî jî di vê çalakiyê de 27 tîmên taybet hatine kuştin. Artêşa TC, mirî û birîndarên xwe bi 16 ambûlansan ve rakiriye.

Piştî çalakiya sabotajê, wesayîteke sivîl qeza kir û li wesayîteke îmhakirî ket, li gor agahiyên hatine bidestxistin, 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Piştî çalakiyê artêşa TC bi tevlîbûna 2.000 leşkerî ve operasyonek nû da destpêkirin. Operasyon hê jî didome.

ERZIROM

29 û 30’ê Îlonê li derdora gundên Dondara, Zeyno, Goma Donzara yên girêdayî navçeya Qereyazî ya Erziromê artêşa TC operasyonek daye destpêkirin. Di operasyona ku hê jî dewam dike rê ji aliyê leşkeran ve hatine girtin.

Li bejahiya navçeya Koprukoy a Erziromê komeke kontra ya ji 4 kesan ku kincên gerîla li xwe kirine, li ser gelê li herêmê propagandeyeke reş dimeşîne. Pêwîst e gelê herêmê li hember vê koma kontra baldar be.

29’ê Îlonê saet di navbera 23.45 û 02.00’an de qada daristanî ya herêma Şehîd Sîdar a girêdayî navçeya Kosor a Erziromê ji aliyê artêşa TC ve careke din bi tank û obusan hatiye bombekirin.

QERS

29’ê Îlonê saet di navbera 22.00 - 23.00’an de artêşa TC qadên Demîrkapi û Şehîd Zozan ên girêdayî navçeya Qaqizman a Qersê bi topên hawanan bombe kirine.

29’ê Îlonê saet 12.39 tîmeke me ya gerîla li hemberî Tabûra Dagci ya girêdayî navçeya Sarikamiş çalakiyek li dar xistine. Di encama çalakiyê de tîmekî taybet hatiye kuştin. Leşkerên ketin nav panîkê piştî çalakiyê derdora tabûrê rasterast gulebaran kirin.

DÊRSIM

30’ê Îlonê (îro) saet 08.30 li hember Qereqola Sînal a girêdayî Navenda Dêrsimê ji aliyê tîma sûîqestê ya Şehîd Firat ve rêzeçalakiyek hat lidarxistin. Ji leşkerên hedef hatin girtin leşkerek mir û yek jî birîndar bû. her wiha 2 termalên di kulubeyan de hatin îmhakirin.

AGAHIYÊN NASNAMEYA 2 GERÎLAYAN

Agahiyên nasnameya 2 gerîlayên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerakirin:

Nasnav: Axîn Tilora

Nav-Paşnav: Seyran Dere

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Navê dayik-bav: Emîne - Xalit

Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Îlona 2015 / Colemêrg

***

Nasnav: Welat Zagros

Nav-Paşnav: Muhammed Mustafa Çakal

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Navê dayik-bav: Roşîn - Mustafa

Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Îlona 2015 / Colemêrg