Kurdên Anatoliya Navîn ên li Ewropayê xwe bi rêxistin dikin
Kurdên Anatoliya Navîn ên li Ewropayê dijîn, xwe bi şêweyê Platformê bi rêxistin dikin.
Kurdên Anatoliya Navîn ên li Ewropayê dijîn, xwe bi şêweyê Platformê bi rêxistin dikin.
Kurdên Anatoliya Navîn ên li Ewropayê dijîn, xwe bi şêweyê Platformê bi rêxistin dikin. Platform wê di 10'ê Cotmehê de li bajarê Swêd Goteborgê, bi civîneke bi beşdariya delegeyên ji aliyê Kurdên Anatoliya Navîn ên li welatên Ewropayê ve hatine diyarkirin û gelek delegeyên ji Tirkiyeyê, fermî bibe.
Di daxuyaniya nivîskî ya Platformê de hat ragihandin ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî berfireh û bingehîn a Rojhilata Navîn û ji dema Osmanî maye ye.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bingehîniya 'pirsgirêka Kurd' û hat gotin, "Hemû hewldanên ji bo çareseriyê, guherîn û veguherîna rejîmê ferz dike. Tevî vê yekê, çareseriyê li ser 'giloka berjewendiyan' a hemû hêzên mezin ên cîhanê, ferz dike.
Pirsgirêk ji aliyê cografîk ve sînorên Kurdistanê derbas kiriye, gihaştiye Tirkiye û Ewropayê û li van deveran xwe nîşan daye.
Kurdên Anatoliya Navîn, yek ji parçeyên 'pirsgirêka Kurd' a li derveyî sînorên Kurdistanê ye.
Dîroka Kurdên Anatoliya Navîn, têkoşîna bûyîna hebûnê ya li Rojhilata Navîn e. Têkoşîna 'bicihbûna' li cihekî, ji aliyê aboriyê ve domandina hebûna xwe ye."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku heta demeke nêz, têkoşîna ji bo vegotina siyasî dihat meşandin û got, "Lê belê têkoşîna hebûna ji aliyê siyasî ve, ti carî li ser navê Kurdên Anatoliya Navîn nehatiye kirin.
Di salên ku Tevgera Kurd çareseriyê ferz dike de, cihê Kurdên li Anatoliya Navîn a li nava çareseriyê, pirseke ku ji bo Kurdên Anatoliya Navîn divê bersiva wê bê dayîn e. Bersiva vê pirsê jî; di nava çareseriya pirsgirêka Kurd de rêxistinbûyîna xweser a Kurdên Anatoliya Navîn e. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd xwe dispêre rêxistinbûyîna demokratîk a her rewşa xweser e.
Xebatên rêxistinbûyînê yên beriya hilbijartinên 30'ê Adara 2014'an destpê kirin, wê di 10'ê Cotmeha 2015'an de li bajarê Swêd Goteborgê, bi beşdariya civînek bi beşdariya delegeyên ji Kurdên Anatoliya Navîn ên li welatên Ewropayê û Tirkiyeyê, fermî bibin."