Leşkerên Tirk îşkence li ciwanên Efrînî kirin
Leşkerên dewleta Tirk 4 ciwanên ji heman malbatê yên ji Efrînê dema vedigeriyan Rojava girtin û wan bi tundî îşkence kirin.

Kiryarên Artêşa Tirkiyeyê yên li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê bênavber dewam dikin. Leşkerên Tirk duh di saetên êvarê de 4 ciwanên bi navê Emîn Hesko (20), Mihemed Hesko (17), Qehreman Hesko (21) û Mihemed Hesko (28) ên ji gundê Xelîlko yê navçeya Bilbilê ya Efrînê dema ji aliyê gundê Elî Kar ê Efrînê ji Bakurê Kurdistanê vedigeriyan malên xwe girtin.
Leşkerên Tirk her çar ciwanên ji heman malbatê ku navê 2 ji wan Mihemed e îşkence kirin û ew avêtin herêma Sîno ya Efrînê. Welatiyên herêmê her çar ciwanên ku ji heman malbatên ne rakirin Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê.
Li ser bedena ciwanan cihê îşkenceyê diyar e.