Li Taxa Yeşîlyurt a Şirnexê di dorpêça polîsan a ku duh destpê kir 2 kes hatin qetilkirin, yek jî giran 9 kes hatin birîndarkirin. Di encama dorpêça ku heta seat 04.30'an berdewam kir de mal û wesayîtan zerarekî mezin dîtin.
Li Taxa Yeşîlyurt a Şirnexê di encama dorpêça polîsan a ku duh serê sibehê destpê kir polîsan bi bombe û funyeyan ve xendekên ku gel ji bo ewlehiya xwe vekiribûn tax kirin xirbe. Li taxa ku bi dehan wesayîtan ve hate dorpêçkirin welatiyên bi navê Abdulhamît Înal û welatiyekî ku navê wî nehat hînbûn ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û tîmên taybet bi guleyan tax heta êvarê gulebaran kir. Li taxa ku gel bênavber berxwedana xwe berdewam kir yek jê giran 9 kes birîndar bûn.
Ciwanê bi navê Nîhat Caner sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê hate kirin. 8 welatiyên din jî hate hînbûn ku rewşa wan baş e û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên dermankirin.
XETÊN ELEKTRÎKÊ Û BORUYÊN AVÊ ZERAR DÎTIN
Di êrîşê de xetên ceryanê yên li taxê hemû hatin texrîbkirin û ji duh serê sibehê heta niha elektrîk nayê dayîn. Polîsan bi îdîaya di xendekan de teqemenî hene bi funyeyan ve ev der teqandin û ji ber vê yekê gelek dikan û wesayîtên welatiyan zerareke mezin dîtin. Ji ber teqandina funyeyan rêya taxê jî zerareke mezin dît û xetên boruyên avê jî zerar dîtin.
Ji ber guleyên ku tîmên taybet avêtin taxê gelek derî û pencereyên malan jî zerar dîtin. Li taxê hatin û çûyîna wesayîtan jî hatine qedexekirin.
ÊRÎŞÎ GELÊ KU LI BER XWE DIDE KIRIN
Li aliyê din li dijî dorpêça polîsan welatiyên taxên Dîcle, Yenî Mahalle, Cumhuriyet û Bahçelîevler ku ji bo piştgiriya Taxa Yeşîlyurtê daketin kolanan jî çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Polîsan bi bombeyên gazê ve êrîşî gel kir.
HEYETAN LÊKOLÎN KRİN
Piştî ku dorpêç bi dawî bû rêxistinên wekî ÎHD û Baroya Şirnexê jî di nav de rêxistinên sivîl ên civakî ji bo li Taxa Yeşîlyurtê lêkolîn bikin hatin taxê û lêkolîn kirin.