Li kampa Êzidiyan a NY de leşker hatin bicihkirin

Hat ragihandin, ku kampa Êzidiyan a li navçeya Mêrdîn Nisêbînê ya di bin parastina Komîsderiya Bilind a Neteweyên Yekbûyî de ye, veguheriye biryargeha şer a hêzên artêşa Tirk.

Hat ragihandin, ku kampa Êzidiyan a li navçeya Mêrdîn Nisêbînê ya di bin parastina Komîsderiya Bilind a Neteweyên Yekbûyî de ye, veguheriye biryargeha şer a hêzên artêşa Tirk. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Alî Atalan diyar kir ku gelek mirovên li kampê dimînin ji wan re ragihandine ku li kampê hejmareke zêde wesayîtên zirxî yên akrep, TOMA û bi sedan tîmên tevgera taybet û leşker hatine bicihkirin.

Parlamenterê HDP'ê Atalan da xuyakirin ku wan ev rewş ji Nûnertiya Enqereyê ya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re ragihandine. Atalan bang li saziyên navneteweyî kir ku li hemberî vê rewşê bikevin nava tevgerê.

Atalan da zanîn ku ew tevî Parlamentera Mêrdînê Gulseren Yildirim çûne Nisêbînê, lê ji aliyê leşkeran ve hatine sekinandin û destûr ji wan re nehatiye dayîn ku bikevin nava kampê.