Polîsan li Nisêbînê zarokekî astengdar birîndar kirin
Li Nisêbînê dorpêçkirina polîsan dewam dike û dengê çekan tê. Di encama gulereşandina polîsên Tirk de li taxa Firatê Mehmet Ermez (16) ê astengdar birîndar bû.
Li Nisêbînê dorpêçkirina polîsan dewam dike û dengê çekan tê. Di encama gulereşandina polîsên Tirk de li taxa Firatê Mehmet Ermez (16) ê astengdar birîndar bû.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, piştî îlankirina qedexeya derketina derve, polîsên Tirk ji êvarê ve êrîşî taxên xweparastin lê heye dikin. Polîsên ku hewl didin bikevin taxan, rastî berxwedana gel tên.
Li Taxa Firatê ku polîsên nikarin bikevin navê, guleyan li derdorê direşînin. Hat ragihandin ku di encama gulereşandina polîsan de zarokê bi navê Mehmet Ermez (16) ê astengdarê çav û mejiyê ye bi giranî birîndar bû. Ji ber rê girtî ne dermankirina Ermez di malekê de tê kirin.
Hat ragihandin ku welatiyek jî ji milên xwe bi sivikî birîndar e. Li taxên Firat û Abdulkadîrpaşa ceyran hatine birîn û li hin taxan jî înternet û ceyran hatine birîn.