Gerîlayê HPG’ê Sayiner ji aliyê hezaran ve hat defnkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Veysel Sayiner (Rêzan Eledag) di şerê çiyayê Tendurekê de jiyana xwe ji dest dabû ji hêla hezaran welatiyan ve hat definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Veysel Sayiner (Rêzan Eledag) di şerê çiyayê Tendurekê de jiyana xwe ji dest dabû ji hêla hezaran welatiyan ve hat definkirin.

Gerîlayê HPG'ê Veysel Sayiner (Rêzan Eledag) di şerê çiyayê Tendurekê ya roja 22'yê Îlonê de qewimîbû de jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Erdîşa Wanê hat definkirin. Malbata Sayiner piştî otopsiyê cenazeyê kurê xwe wergirt û ji bo definkirinê ber bi navçeya Erdîşa Wanê ve bi rê ket. Kerwanê cenazeyê xwest şeva xwe li navçeya Dutaxa Agiriyê derbas bike lê polîsan li ser fermana Waliyê Agiriyê nehişt ku cenaze li navçeyê were rawestandin.

Li ser vê yekê cenazeyê Sayiner di derengiya şevê de ber bi Taxa Sulî ya Erdîşê ve bi rê ket. Di nava wan de nûnerên MEYA-DER'ê jî ku hebûn bi hezaran welatî di ketina taxê de karwanê cenaze pêşwazî kirin. Welatiyan cenazeyê Sayiner li ser milên xwe kirin û bi dirûşman heta Goristana Seyîd Muhammed meşiyan û bi dûayan cenaze definkirin.

'EM Ê DI AŞTIYÊ DE ISRAR BIKIN'

Hevserokê DBP'ê yê Erdîşê Şevket Ulugana di merasîma cenazeyê de axivî. Ulugana bi van gotinan bang li hikûmeta AKP'ê û Erdogan kir: "Heke dibêjin qey bi van polîtîkayan serê vî gelî bitewînin, hûn şaş in. Ev gel ti caran teslîmî we nabe. Tevî hemû polîtîkayên we yên qirêj em ê di aştiyê de israr bikin."

'PIŞTGIRIYÊ NEDIN AKP’A CELAD'

Bavê gerîlayê HPG’ê,  Omer Sayiner got ku ew kurê vî gelî ye û ev tişt anî ziman: "Beriya ku tevlî nav refên PKK'ê bibe tenê kurê min bû, lê niha ew bûye leheng û şervanê vî gelî. Îro di şerê azadiyê de gihîşt şehadetê. Tenê daxwaziyek min ji gelê Kurd heye, piştgiriyê nedin AKP’a celad."