Ji artêşa Tirk bomberdûmana hewayî û bejahî
HPG'ê, bomberdûmana xwe ya ji hewayî û bejahî ya li hemberî qadên gerîla didomîne. Di van êrîşan de gerîlayekî jiyana xwe ji dest da.
HPG'ê, bomberdûmana xwe ya ji hewayî û bejahî ya li hemberî qadên gerîla didomîne. Di van êrîşan de gerîlayekî jiyana xwe ji dest da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê bomberdûman û tevgera hewayî ya artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG'ê diyar kir ku ji 27'ê Îlonê û vir ve Geliyê Doskî û qada Bînbîr ên navçeya Colemêrg Geverê bi obus, hawan û balafirên şer tên bombekirin.
Di daxuyaniya HPG'ê de hat ragihandin, ku roja 29'ê Îlonê saet di navbera 11:30-12:30 de girê Sîvrî yê qereqola Bezelê ya li Şemzînanê, obus û hawan avêt qada Girê Sor a li ser sînorê herêma Avaşînê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 29'ê Îlonê saet di navbera 07:30-09:30 de qereqola Êrîş a li ser sînorê herêma Zapê; qada Xeregolê, saet di navbera 10:30-13:30 de qereqolên Bilican û Êrîşê; qadên Şehîd newal, Garê ya Biçûk, Garê ya Mezin, girê Şehîd Colemêrg, derdora qadên Şehîd Ayten, Berçela, Kurê Jaro, girê Şehîd Serdar, gundê Saca, gundê Dewê, Dola Kînayniş, derdora Girê Cehenem, Dola Şivê, Çarserê, Xeregol, Girê Şehîd Umît û qada Şehîd Çîçek bi obus, tank, top, katyûşa, hawan û çeka A-6 bomberdûman kirine.
Di bomberdûmanê de hevalê me yê bi navê Sîdar Çemçê şehîd ket."
TEVGERA BALAFIRÊN ŞER Û KEŞFÊ
Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî dewam kir:
"Roja 29'ê Îlonê saet di navbera 09:00-11:00 de li ser sînorê herêma Avaşînê, saet di navbera 03:00-15:30 û 30'ê Îlonê saet di navbera 02:00-05:00 de li herema Zapê, 30'ê Îlonê saet di navbera 00:30-03:00 de li herema Garê, pêgerên hewayî yên bêmirov keşif kirine.
Roja 29'ê Îlonê saet di navbera 10:30-11:00 li herema Avaşînê, saet di navbera 14:00-16:00 de li herêma Xakurkê, saet di navbera 10:00-10:30 û roja 30'ê Îlonê saet di navbera 01:00-03:00 de li herêma Garê, 29'ê Îlonê saet di navbera 08:30-15:00 û ji saet 21:00 heta saet 03:00 ê 30'ê Îlonê li herêma Zapê, 30'ê Îlonê saet di navbera 00:00-01:00 de li herêma Metîna, saet di navbera 05:00-05:30 de li herêma Heftanînê balafirên şer geriyane."
NASNAMEYA GERÎLAYÊ JIYANA XWE JI DEST DA
Di daxuyaniyê de nasnameya gerîlayê di bomberdûmanê de jiyana xwe ji dest daye hat aşkerakirin. Li gorî vê yekê nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye, bi vî rengî ye:
Nasnav: Sîdar Çemçê
Nav-paşnav: Saîm Aladag
Cihê ji dayikbûnê: Qers
Navê dê-bav: Songul-Celal
Dem û cihê ji dayikdestdayîna jiyanê: 29'ê Îlona 2015'an/Herêmên Parastinê yên Medyayê