Gerîlayên HPG’ê, ji bo bîranîna gerîlayên HPG’ê Baran Dêrsim, Cîlo, Erdal û Botan ên 16’ê Îlonê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dan, li hemberî konvoyeke leşkerî ya kelûpel dibirin Qereqola Avûtka ya girêdayî navçeya Xozat çalakiyek li dar xistin.
ANF
BEHDÎNAN
în, 2 kewçêrê 2015, 15:03
Gerîlayên HPG’ê, ji bo bîranîna gerîlayên HPG’ê Baran Dêrsim, Cîlo, Erdal û Botan ên 16’ê Îlonê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dan, li hemberî konvoyeke leşkerî ya kelûpel dibirin Qereqola Avûtka ya girêdayî navçeya Xozat a Dêrsimê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir ku çalakiyên gerîlayan bi awayekî zêde didomin. Di çalakiyên gerîlayan de li gor ên hatine tespîtkirin çawîşekî pispor, berbazek, 7 leşker, polîsek hatin kuştin û polîsek jî birîndar bû.
Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin: “Operasyona artêşa TC a li qadên Mergê Zerê, Geliyê Dostkî û Bînbîr ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dane destpêkirin, didomin. Li hember operasyonan çalakiyên gerîlayan didomin. 1’ê Cotmehê saet 17.00’an li qada Veregoz di encama çalakiyeke sûîqestê de leşkerek hat kuştin. Dîsa di heman saetê de helîkoptera Skorsky a dixwest leşkeran deyne Qereqola Remo jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye hedefgirtin. Di encama wê de helîkopter bê ku leşkeran deyne vegeriyaye.
Li hemberî operasyona ku artêşa TC li qada Geliyê Dostkî daye destpêkirin, di encama çalakiyên bi bandor ên hêzên me yên gerîla de pêşveçûna leşkeran rawestiyaye. Weke ku me di daxuyaniya xwe ya berê de diyar kir di pevçûnên 28’ê Îlonê de hevala me Nûda Evîn şehîd ketiye.
1’ê Cotmehê saet di navbera 15.00 - 15.30’î de û 2’yê Cotmehê saet 02.00’an hêzên me yên gerîla li hember Qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran ku nehatiye zelalkirin, piştî çalakiyê qereqola Oremar qadên li derdora xwe bi obus û hawanan bombe kirine.
2’yê Cotmehê saet 16.00’an hêzên me yên gerîla li hember girê Qereqola Oremar hin rêzeçalakî li dar xistine. Di van çalakiyan de leşkerek hatiye kuştin, piştî çalakiyê di koma leşkeran a hedef hatiye girtin, bi bandor hedef hatiye girtin, lê hejmara mirî û birîndaran zelal nebûye.
LI HEMBERÎ QEREQOLA BILICANÊ ÇALAKIYA BI ÇEKÊN GIRAN
Di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşît Serdar de, roja 1'ê Cotmehê saet di navbera 12:00-13:00 de hêzên me yên gerîla, ji bo bîranîna hevala me Şehîd Sîdar Çemçe, li hemberî qereqola Bilican a li ser sînorê herêma Zapê ye, bi çekên giran çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de derbên xurt li avahiya qereqolê ketine; li avahiyê teqîn li dû teqînê rû dane û agir bi avahiyê ketiye. Di heman demê de derbên bi bandor li kozikên qereqolê hatine xistin. Piştî çalakiyê, qereqola Bilicanê bi katyûşa û hawanan Girê Şehîd Colemêrg û Şehîd Baran bombe kiriye.
Artêşa TC, di sibeha 30'ê Îlonê de li qadên Şehîd Merwan, Girên Konferans, Pişta Zura, bejahiya gundê Badibê, gundê Sêderiya û Xirbe Mişka yên li herêma Bagok a Mêrdînê derketiye operasyonê. Roja 1'ê Cotmehê bi desteka helîkopterên Skorsky û balafirên keşfê, helîkopterên Kobra bombe li derdorê barandine. Di operasyona ku hînê dewam dike de li hin cihan di navbera hêzên me yên gerîla û leşkeran de şer diqewime. Her çend beşek ji hêzên operasyonê xwe vekişandine jî operasyon hînê dewam dike. Agahiyên berfireh wê piştre bên parvekirin.
LI HEMBERÎ KULÛBEYÊN NOBEDÊ YÊN LOJMANÊN POLÎSAN A LI STEWRÊ ÇALAKÎ
Roja 1'ê Cotmehê saet di 01:10'an de, li hemberî kulûbeyên nobedê yên lojmanên polîsan ên li navenda navçeya Mêrdîn Stewrê, hêzên me yên gerîla çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de roketek li kulûbeyeke nobedê ket û di encamê de kulûbe bi temamî îmha bû, li vir leşkerek mir. Nîv saet piştî çalakiyê mirî û birîndar bi ambûlansan hatin rakirin. Tîma me ya gerîla ya ev çalakî pêk anî, bi sexlamî vegeriyan baregehên xwe.
Êvara 30'ê Îlonê, tîmeke me ya gerîla, li hemberî 2 stasyonên bazê yên Turkcell û Avea yên li gundê Yûvacik ê navçeya Amed Çinarê çalakiya sabotajê lidar xistin. Di çalakiyê de stasyonên bazê û 2 jeneratorên wê hatin îmhakirin.
LI BISMILÊ ÇAWIŞEKÎ PISPOR Û EFSEREK HATIN KUŞTIN
Roja 1'ê Cotmehê saet di 07:30 de, weke bersivdayîna li komkujiya li Bismilê a li dijî sivîlan hat kirin, li hemberî wesayîteke leşkerî ya li navenda sûka navçeya Bismilê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya ji aliyê tîmeke xwedî wezîfeya taybet ve hat lidarxistin de, wesayîta çawişekî pispor û efserekî Tirk tê de bû hat şopandin û ji cihekî bi qasî 2 metreyan nêz, li wan hat dayîn. Çawişê pispor û efser li vir mirin û debanceyeke wan hat desteserkirin.
Roja 28'ê Îlonê saet di 18:00 de, di çalakiya tîma me ya Şehîd Reşît Varto ya li taxa Hûzûrevlerî ya navenda Amedê de, wesayîteke zirxî ya bi navê Ejder a li ber avahiya AKP'ê ya Bajêr, ji 5 metreyan hedef hatiye girtin. Di çalakiyê de polîsek hat kuştin, polîsek jî birîndar bû.
Tîmên me yên her du çalakî lidar xistin, bi awayekî serketî vegeriyan baregehên xwe yên li qada bejahî.
Roja 1'ê Cotmehê saet di 15:00 de li ser rêya navçeyên Mûş Gimgim û Kopê, 3 TIR ên dewletê, ji aliyê hêzên me yên dewletê ve hatine îmhakirin.
GERÎLAYÊN JI KOMÊ QUT BÛBÛN, GIHAŞTIN YEKîNEYÊN XWE
Li qadên Deşta Bedlîsê û Sirtê Kember ên Bedlîsê, operasyona ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye destpêkirin dewam dike. Di daxuyaniya duh de me ragihandibû ku 4 gerîlayên me ji komên xwe qut bûne. Ev 4 gerîlayên me xwe gihandine yekîneyên xwe. Nûçeyên di çapemeniya şerê taybet de hatin weşandin ku îdîa kirin li vê herêmê 6 gerîlayên me şehîd ketin, nûçeyên derew in.
Ji bo bîranîna hevalên me Baran Dêrsim, Cîlo, Erdal û Botan ên li Dêrsimê gihîştin şehadetê, çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî saet di 12:30 de li hemberî konvoyeke malzeme dibir ji Qereqola Avûtka ya ser bi navçeya Dêrsim Xozadê pêk hat. Di çalakiyê de wesayîta BTR hedef hat girtin û 2 leşkerên di vê wesayîtê de hatin kuştin. Her wiha ji nêz ve bi bombeyan, li leşkerên ewlekariya konvoyê dikirin hat xistin. Hejmara mirî û birîndarên li vê derê bi baş nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, leşkerên li qereqolê ji ber panîkê gule li derdorê reşandin.
Ji 17'ê Tebaxê û vir ve rêyên di navbera Dêrsim-Pulur û Dêrsim-Erzînganê di bin kontrola hêzên me yên gerîla de ye.
Nasnameya gerîla di 28'ê Îlonê de li Geliyê Doskî jiyana xwe ji dest da bi vî rengî ye:
Nasnav: Nûda Evîn
Nav-paşnav: Emîne Kahraman
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Navê dê-bav: Rahîme-Remzî
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 28'ê Îlona 2015/Colemêrg"