Kongreya 2. a YRA li Qamişlo destpê kir
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), duyemîn kongreya xwe bi dirûşmeya "Ragihandina azad, civak û jiyana azad e" li Qamişloyê pêk tîne.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), duyemîn kongreya xwe bi dirûşmeya "Ragihandina azad, civak û jiyana azad e" li Qamişloyê pêk tîne.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), duyemîn kongreya xwe bi dirûşmeya "Ragihandina azad, civak û jiyana azad e" li Qamişloyê pêk tîne.
Kongre îro li salona Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê destpê kir. Di kongreyê de 150 endamên YRA’yê yên kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê, Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Cizîrê Hekem Xelo, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, Serokê Desteya Karûbarên Civakî Dijwar Ehmed, Endamê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê Ebdulselam Ehmed, nûnerên partiyên siyasî, gelek rojnamevan û kesayet amade ne.
Li salona kongreyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê û Çapemeniya Azad Mazlûm Dogan, Gûrbetellî Ersoz, cangoriyên çapemeniyê yên Rojava û pankartên, "Bi ragihandina azad dîrok ji nû ve tê nivîsandin", "Bi ragihandina azad re ber bi civaka demokratîk û azad ve" hatin daliqandin.
Kongre bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre endamê Komîteya Amadekar a Kongreyê Melevan Resûl bi xêrhatina mêvanan kir. Dûre dîwana kongreyê ku ji 5 kesan pêk tê hate hilbijartin.
Piştî ku endamên dîwanê cihê xwe girtin, li ser navê YRA’yê Hesen Zaza axaftina vekirinê kir. Hesen Zaza diyar kir ku di şoreşê de roleke gelekî girîng a çapemeniyê heye û erkên mezin dikevin ser milên rojnamevanan. Zaza got ku ew ê herdem li pey rastiyê bin û bişopînin.
Kongre bi axaftinan dom dike.
Di kongreyê de wê Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl jî axaftinan bikin. Piştî axaftinan wê rapora xebata YRA’yê ya dema bihurî bê xwendin, her wiha li ser xebatan wê nîqaş bên meşandin û ji bo dema pêş pêşniyar bêne kirin.
Di kongreyê de wê rêziknameya YRA’yê ji bê nûkirin û meclîsa wê ya ji 21 kesan pêk tê, bê hilbijartin.