Ji bo gerîlayê HPG’ê merasîmeke bi heybet
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ergîn Tosun (Berxwedan Jiyane) yê li Çewlikê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Êlihê ji aliyê hezaran ve hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ergîn Tosun (Berxwedan Jiyane) yê li herêma Kurudera ya rêya Elezîz û Çewlikê 23’yê Îlonê di pevçûna derket jiyana xwe ji dest da li Goristana Îkîztepe ya Taxa 19 Mayis a Êlihê hate definkirin. MEYADER, parlamenterên HDP’ê, rêveberên DBP û HDP’ê, KJA, Dayikên Aştiyê jî di nav de nêzî 10 hezar kes tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê otopsî hate kirin cenaze ji aliyê MEYADER’ê ve hate wergirtin û di ketina Êlihê ji aliyê konvoya ji sedan wesayîtan pêk tê ve hate pêşwazîkirin û birin Taxa 19 Mayisê. Bi hezaran kesên cenaze wergirtin dirûşmên, “Şehîd namirin” “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” berz kirin û cenaze birin Goristana Xirbereşkê. Cenaze piştî wecîbeyên olî hate definkirin.
Rêveberê MEYADER’ê yê Êlihê Şafî Alatîmur diyar kir ku rojên cejnê ku edalet tê avakirin dewletê berê tank û topên xwe daye Kurdistanê. Alatîmur bilêv kir ku gerîlayên HPG’ê di parastina gelê xwe de bi qehremanî jiyana xwe ji dest didin û ev tişt anî ziman: “Em jî ji bo van nirxên ku ji bo pêşeroja me feda dikin heta dilopa dawî ya xwîna xwe xwedî derkevin.”
Piştre parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û got ku di cejnên ku sembola biratiyê ne de xwîn tê rijandin.
Piştî axaftinan girse ji bo sersaxiyê derbasî mala şînê ya li Taxa Çarşi bû.