Fermandarê NPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku êdî gel ketiye pêvajoya xweparastinê û destnîşan kir ku qadên li Bakurê Kurdistanê di bin kontrola gerîla de ne, zêde bûne. Karayilan anî ziman ku dewleta Tirk a nikare bikeve van qadan, hem vê rewşê hem jî windahiyên xwe vedişêre.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan, rêveçûna şerê ji nû ve destpê kiriye; rewşa leşkerî û siyasî ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re nirxand.
Karayilan di destpêka axaftina xwe de Cejna Qurbane li tevahiya alema Îslamê û gelê Kurdistanê pîroz kir û got, "Bi taybetî cejna dayikên şehîdan pîroz dikim û hemû şehîdên me yên leheng, bi wesîleya vê roja pîroz careke din bibîr tînim."
'DEWLETA TIRK SERWERIYA GERÎLA Û WINDAHIYÊN XWE VEDIŞÊRE'
Karayilan da xuyakirin ku ji destpêka sala 2012'an û vir ve gelek herêmên Kurdistanê di bin kotnrola gerîla de ne û destnîşan kir, ku bi êrîşên dawî re, gerîla gelek herêmên din xistine bin kontrola xwe.
Karayilan got, "Niha ji sedî 80 ê herêma Colemêrge di bin kontrola gerîla de ye. Dewlet nikare bikeve van deran. Şirnex jî bi heman rengî ye. Rewşa Dêrsimê jî bi vî rengî ye. Beşeke girîng a Amed û Garzanê jî wiha ye. Herêma Serhedê jî di vê astê de ye. Yanî artêş-dewlet nikare bikeve van deran, ev der qadên gerîla ne. Piraniya rêyên bingehîn ên Colemêrgê di bin kontrola gerîla de ne. Ji Geverê heta Oremarê du rêyên cuda di bin kontrola gerîla de ne. Piraniya rêya Amed-Çewlikê di bin kontrola gerîla de ye. Piraniya reyên navçeyên Amed, Mûş, Çewlik û Bedlîsê di bin kontrola gerîla de ne. Gerîla bi rojane li wir kontrolê dikin. Rêya Dêrsim-Erzînganê ji 17'ê Tebaxê û vir ve di bin kontrola gerîla de ye. Rêya Dêrsim-Pulurê jî bi heman rengî
Gerîla ketiye pêvajoyeke nû; herêmên gerîla, herêmên rizgarkirî hene. Binêrin li Oremarê alayeke leşkeran heye; fermandarê wan di şer de hat kuştin, lê kes nekarî biçe wir.
'CENAZEYÊ LEŞKEREKÎ BI NAVÊ TOLGA ARTÛK DI BIN KONTROLA GERÎLA DE YE, DEWLET XWEDÎ LÊ DERNAKEVE'
Karayilan şerê giran ê li herêma Oremarê ku 5 rojan dewam kir bibîr xist û da zanîn, ku dewleta Tirk di çarçoveya hewldanên xwe yên veşartina rastiyan ji raya giştî re aşkera kir ku bi tenê teqînek çêbûye û 16 leşker mirine.
Karayilan da xuyakirin, ku bîlançoya rastî ya vî şerî ji aliyê HPG'ê ve hatiye aşkerakirin û got, "Kesî nekarîbûn cenazeyen van leşkeran ji wir rakin. Gelê sivîl bi destûra gerîla hat cenaze rakir û teslîmî dewletê kir. Lê kesî spasiyên xwe pêşkêş jî nekir. Hînê cenazeyek (Tolga Artûk) li qadên gerîla ye. Lê belê, weke ku merasîma cenazeyê vî çawişê pispor hatiye kirin, di çapemeniyê de hat nîşandan. Halbûkî cenaze li vir e. Qet nebe; ewraqên li ser vî cenazeyî yên Tolga Artûk e. Me ev yek ji raya giştî re jî aşkera kir, lê kes xwedî li cenaze dernket. Eger hin rêxistinên civakî yên sivîl werin, em ê karibin cenaze teslîm bikin. Dikarin bên cenaze rakin û teslîmî malbatê bikin. Dikarin tespîta DNA bikin."
'HERÊMÊN EWLEKARIYÊ' TI BANDORÊ LI GERÎLA NAKIN'
Karayilan der barê gelek herêmên Kurdistanê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve weke 'herêmên ewlekariyê' li dijî gerîla hatine îlankirin de got, "Ev herêmên ewlekariyê, zorê nadin gerîla. Rewş di bin kontrola gerîla de ye; gerîla herêmên xwe diparêze. Yanî eger dewleta Tirk rabe bixwaze bê Geliyê Doskî yan jî Çarçela, Cîlo wê nikaribe were. Ji bo ku karibe xwe bigihîne van herêman divê bi salan şer bike. Rewş niha bi vî rengî ye. Lê vê yekê ji raya giştî vedişêrin."
'GELÊ KURD ÊDÎ XWEDÎ SÎSTEMEKE RÊK Û PÊK A PARASTINÊ YE'
Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG'ê Mûrat Karayilan anî ziman ku gelê Kurd êdî ketiye nava pêvajoya xweparastinê û bal kişand ser sîstema parastinê ya rêk û pêk a ciwanên Kurd.
Karayilan got, "Bêguman HPG destekê dide vê, lê belê bi xwe naçe li nava wan bi cih nabe. HPG li tiştekî bi vî rengî nafikire. Qada HPG'ê, bejahî ye. Lê belê li herêmên gel hewl dide taxên xwe biparêzin û kontrol bikin, gerîla ji derve ve bi tenê hin çalakiyên bisînor lidar dixin. Weke mînaka dawî ya Elkê; gerîla dikare navenda hin navçeyan ji bo rojekê kontrol bike û dûre xwe vekişîne. Ji ber ku pêvajo êdî gihaştiye vê radeyê. Pêkane ku carna çalakiyên ewçend berfireh ên bi rêbaza şerê gerîla yên koordîneyî bi vî rengî, pêk werin."
Karayilan da xuyakirin ku mîna her kesên li Tirkiyeyê endamên artêşê û beşek ji polîsan jî gihaştine wê baweriyê ku ev şer ji ber Qesrê, ji ber daxwaza Erdogan rû daye û destnîşan kir ku di nava artêş û polîsan de jî rewşeke parçebûyî heye.
'DAXUYANIYÊN DEWLETÊ YÊN LI SER WINDAHIYÊN GERÎLA BI TEMAMÎ DEREW IN'
Karayilan li ser daxuyaniyên artêşê û rayedarên dewletê yên der barê windahiyên gerîla de ragihand, ku tiştên tên gotin hemû derew in û ev nirxandin kir: "Mînak; Erdogan dibêje 2 hezar gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. Gelo ev yek ji ku derxist? Kê ev agahî da wî? Polîs an jî artêşê da wî? Ne bawerim wan dabin. Ev agahî pir zêde nepixandî û derew in.
Xuya ye rêveberiya AKP'ê heta 1'ê Mijdarê ji xwe re konseptek diyar kiriye:
*Ya yekemîn; wê rewşa şer di rojevê de bihêle; yanî şer bidomîne. Bi gotina 'em bi ser ket, me gelek ji wan kuşt, me ewqas tinekir' re bixwaze weke fermandarekî ku li hemberî PKK'ê bi ser ketiye derkeve pêşberî civakê. Binêrin duh li DYA Davûtoglû got, 'Bi operasyonan re me pişta terorê şikand'. Got ku wan li hemberî DAIŞ'ê gelekî şer kirine û derbên mezin lê dane. Ev bi temamî vir e. AKP niha şerekî virekiyê dimeşîne. Stratejiya wan ew e, ku nîşanî civakê bide wan li hemberî PKK'ê serketinên mezin bi dest xistine. Ji bo vê jî derewên mezin dike.
*Ya duyemîn; dixwaze HDP û PKK'ê di heman rewşê de nîşan bide, bi vî rengî rewabûna HDP'ê bike mijara nîqaşê û li binê bendê bihêle. Di dawiyê de jî 400 parlamenteran werbigire.
Di çarçoveya vê stratejiyê de xuyaye wê heta 1'ê Mijdarê windahiyên xwe veşêre. Bala xwe bidinê; di hefteya dawî de windahiyên xwe nade. Yanî ne windahiyên li pêş çav be, windahiyên din nade. Li gel vê yekê, windahiyên me jî gelekî dinepixîne. Mînak; li Heftanînê êrîşa balafiran tên kirin. Di vê êrîşê de me ti windahî nedan, wê ew dibêjin 65 windaniyên me hene. Roja 25'ê Îlonê li herêma Garê, roja 26'ê Îlonê li herêma Metîna êrîşên bi balafirên şer tên kirin. Tevî ku di van êrîşan de ti zerara me çênebûn, îdîa dikin ku me derbên giran xwarine.
'HEVALÊ BARAN LEHENGÊ GELÊ DÊRSIMÊ BÛ'
Li Dêrsimê windahiyeke me ya hêja rû da; bi rastî jî hevalê Baran ewlatê bijarte û lehengê gelê Dêrsimê bû. Wî li çiyayên Kurdistanê da ser şopa Elîşêran, berxwedana Seyîd Rizayan bi perspektîfa Rêber Apo nûjen kir. Hevalekî me yê leheng, wêrek, pak, durust û berxwedêr ê Dêrsimê bû. Me ew şehîd da. Şehadeta vî hevalî ji bo me windahiyek girîng e. Ji ber ku ew ne tenê endamê Konseya Fermandariyê bû. Di heman demê de di 11. Kongreya Partiya me de weke Endamê Komîteya Navendî hatibû hilbijartin. Hevalekî me yê bi vî rengî yê pêşeng bû.
Di vir de ez bi taybetî ji malbata hevrêyê me yê hêja Şehîd Baran û tevahiya gelê Dêrsimê re sersaxiyê dixwazim. Di heman demê de wan pîroz dikim. Ji ber ku mezinkirina lehengekî bi vî rengî hem ji bo malbatê hem jî ji bo herêmê rewşeke pîroz e.
Ev bûyer di encama xiyaneta namerdiyekê de rû daye. Dewleta Tirk 2 rojan hemû teknîka xwe li wî geliyî bi kar anî; dûre îlan kir ku 35 windahiyên me hene. Halbûkî 4 hevalên me şehîd ketibûn. Niha ji bo 4 şehîdên me dibêjin 35."
'EGER JI DAVÛTOGLÛ TÊ, BILA BI RÊYA BEJAHÎ WERE NAVÇEYA ÇELÊ'
Karayilan ji bo daxuyaniyên Davûtoglû ev nirxandin kir: "Gotina 'me pişta wan şikand' a Davûtoglû rewşeke pêkenok e. Eger hûn dibêjin 'me pişta wan şikand' bila fermo ji rêya bejahî ve bê Çelê yan jî derkeve ser girekî nêzî Elkê û li derdorê binêre. Eger weke dewleta Tirk hûn karibin rêya navbera Çelê-Colemêrgê vekin, ez ê jî ji we re bêjim 'bravo'. Yanî derewên bi vî rengî, hewldanên veşartina rastiyan ji gel, hewldanên kêrhatî nînin. Hem maseya aştiyê qelibandin û şer dan destpêkirin, hem jî bi veşartina rastiyan ji raya giştî ya Tirkiyeyê re, bi rêbazên namerdî dibêjin ku ew di şer de bi ser ketine û dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin."
'EM TNT YA XWE BI XWE ÇÊDIKIN'
Karayilan, der barê rêbaza bersivdayîna gerîla li bomberdûmanan de ev agahî da: "Binêrin, dewleta Tirk xwedî balafir, kobra, top û teknîkê ye. Bi van re êrîşî herêmên me dike. Li hemberî vê yekê di destê me de çi heye? Yê me jî tecrûbeya me ya şer û kadroyên me yên şer hene. Kadroyên me yên teknîkê yên pispor hene. Şervanên me yên profesyonel hene. Mînak; ê me jî bi sedan hevrêyên me yên pisporên bombeyê hene. Ev hevrêyên me yên pisporên bombeyê, li hemû eyaletên Kurdistanê hene. Li cihê lê ne, bi kelûmelên ji rêzê dikarin bombe çêbikin, funye çêbikin. Di vî warî de bûne hoste
Dikarin bi awayekî vekirî bêjim: Me 1 kg TNT jî nebirine Tirkiyeyê. Em bi xwe TNT'yê çêdikin. Cara yekemîn dibêjim: Em bi xwe funyeya xwe çêdikin, bi xwe TNT'ê çêdikin. Hin ji çekan jî em bi xwe çêdikin. Yanî pêwîstî pê nîne ku em TNT'ê bibin Dêrsimê; ji ber ku hevalên me yên pispor ji xwe li wê derê çêdikin.
Eger ew balafiran dişînin ser me, balafira me jî teqemeniyên bi kûmanda ye. Hevalên me hema ji ber xwe ve li cihekî bi cih nakin. Kontrol di destê me de ye. Mafê me jî heye ku bi vî rengî bersivê bidin êrîşên dewletê. Hin radibin dibejin 'way çima bombe diteqînin?'. Baş e ev kes çima nabêjin 'way çima tu bi balafiran êrîş dike?'."
'GELEK LEHENGÊN KURD ÊN DIXWAZIN ŞER BIKIN HENE'
Karayilan anî ziman ku gelê Kurd êdî xwedî amûrên xweparastinê ye û got, "PKK'ê asteke welê afirandiye ku gelê Kurdistanê xwe ji her alî ve pê xurt bike, xwe bi rê ve bibe û bigihîne azadiyê."
Karayilan diyar kir ku eger pirsgirêka demokrasiyê û pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê bê çareserkirin wê kêrhatî be û ji bo dewleta Tirk got, "binêrin li Kolombiyayê, piştî şerekî 50 salan niha li hev kirin. Eger hûn jî xwe bidin ber vê, wê Rêbertî rêya vê veke. Eger hûn xwe nêzî vê nekin, em ê şer bikin û di şer de jî ne em, hûnê winda bikin. Di vî şerî de wê gelek xwîn birije; berpirsyarê jî wê hûn be."
Karayilan destnîşan kir ku gelek lehengên jin û mêr ên gelê Kurd hene ku dixwazin şer bikin û got, "Gelek fermandar xwe gihandine. Kesek ne acemî ye, her kes dikare şer bike. Lewma tişta li pêşberî vê divê were kirin, tespîta rast e, xwendina rast a vê rewşê ye."