Polîsên ku li Bismilê nikarîbûn berxwedanê bişkînin, tax gulebaran kirin

Polîsên ku li Bismilê xwestin bikevin Taxa Rojava li hemberî berxwedana gel kolan bi çekên luledirêj gulebaran kirin.

Polîsên ku li Bismilê xwestin bikevin Taxa Rojava li hemberî berxwedana gel kolan bi çekên luledirêj gulebaran kirin.

Li taxên Rojava, Tekel, Avaşîn û Firat ên navçeya Bismilê ya Amedê bi pêşengiya gel berxwedan didome. Gel duh li dijî hewldana polîsan a ketina taxan bi berxwedanê nehiştin îro jî rêveberên HDP û DBP’ê çûn serdana gel. Piştî ku HDP û DBP’î hatin taxa Rojava li vir bi çepik û tîlîliyan ve hatin pêşwazîkirin. Li ser vê yekê polîsan careke din êrîşî taxê kir. Polîsan tax bi çekên luledirêj ve gulebaran kir lê li hemberî berxwedana gel mecbûr ma paşve vekişin.

Ji ber gulebarana polîsan gelek mal û kargehan zirar dît û li taxan berxwedana bi pêşengiya ciwanan didome.