Çalakiyên berxwedanê yên ciwanan didomin

Ciwanên Kurdistanê li gelek bajaran li hember êrîşên polîs, leşker û tîman çalakiyên berxwedanê didomînin.

Ciwanên Kurdistanê li gelek bajaran li hember êrîşên polîs, leşker û tîman çalakiyên berxwedanê didomînin.

GELEK TAX DI DESTÊN KOMÊN CIWANÊN BERXWEDÊR DE NE

Li Taxa Konah a girêdayî navçeya Farqîn a Amedê di navbera polîsên bi wesayîtên zirxî ketin taxê û ciwanan de pevçûn derketin. Piştî pevçûnên heta sibehê dewam kirin, polîsên Tirk neçar man vekişin.

Dîsa li Taxa Mescît a Farqînê li hember êrîşa rû da ciwanan wesayîta zirxî û ajokarê wê bê bandor kirin. Di vê opersyona ku heta sibehê dewam kir piştî pevçûnan vekişiya.

Êvarî nêzî saet 9’an de polîs û tîmên tevgera taybet li hember taxên Nokta û Ûlûturkê yên girêdayî navçeya Bismil a Amedê êrîş kirin, lê ciwanên xendek kolandibûn û nehiştin polîs bikevin taxan. Pevçûnên dijwar heta saet 02.00’ê şevê berdewam kirin. Hate ragihandin ku 2 wesayîtên zirxî yên Kobra û Kîrpî bi roketan hatine îmhakirin.

ÇALAKÎ ÇALAKIYÊN BERXWEDANÊ NE, PARASTIN JÎ XWEPARASTIN E

Komên ciwanan diyar kirin ku çalakî çalakiyên berxwedanê ne, parastin jî li hember êrîşên zêde xweparastin e. Li gelek navçeyên Amedê û li bajarên Bedlîs û Êlihê berxwedan hê jî didome.

Li Taxa Gunbet a girêdayî navçeya Norşîn a Bedlîsê, kesekî ku hevkarî bi hêzên dewletê re dikir ji bo cezakirinê, wesayîta wî hate şewitandin.

Li Taxa Kulturê ya girêdayî navenda Êlihê jî li hember wesayîta polîsekî bombeyek dest hate bikaranîn, di wesayîtê de zerareke madî çêbû.