Li Kobanê ji ber teqîna mayînê 8 zarok birîndar bûn
Li gundê Boban ê Kobanê di nav zarokan de mayîn teqiya. Di teqînê de 8 zarok birîndar bûn û ew birin Rihayê.
Li gundê Boban ê Kobanê di nav zarokan de mayîn teqiya. Di teqînê de 8 zarok birîndar bûn û ew birin Rihayê.
Li gundê Boban ê Kobanê, mayîna ku zarokan li ser xeta mayînan dîtin di nav zarokan de teqiya. Di teqînê de zarokên bi navê Şevîn (9), Lava (9), Ferzad (10), Hamudê (6), Înas (6), Ronas (8), Malva (7) û Bêrîvan Musa (7) ku xizmên hev in birîndar bûn. Zarokên birîndar anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Piştî mudaxaleya yekem 5 zarok sewqî nexweşxaneyên li Rihayê hatin kirin.
Hate zanîn ku rewşa Malva, Bêrîvan, Hamudê û Înas Musa cidî ye.