BI DÎMEN

Gundiyên ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin nerazîbûn nîşan dan

Balafirên şer ên Tirk di 27'ê Îlonê de, li herêma Metîna bombe li gundan û bexçeyên gundiyan barandin. Ji ber bomberdûmanê bexçe û şebekeya elektrîkê ya gundiyan zerar dîtin.

Balafirên şer ên Tirk di 27'ê Îlonê de, li herêma Metîna bombe li gundan û bexçeyên gundiyan barandin. Balafirên şer ên gundên Deşişê, Yekmalê, Kumrî, Seraro, Golka û Şelazê yên Metîna bomberdûman kirin, zerar dan bexçe û şebekeyên elektrîkê yên gundiyan.

Gundiyên li êrîşa balafirên şer ên Tirk rast hatin, ji ajansa me re axivîn û anîn ziman ku êrîşê ji saet 21:00 destpê kiriye û heta nîvê şevê dewam kiriye. Gundiyan anî ziman ku ew hewl dibin xeta elektrîkê ya hatiye xerakirin sererast bikin û gotin, "Balafirên şer ên artêşa Tirk ji saet 21:00 heta saet 24:00, gundên me, dehl û rezên me, darên me yên guzan bombe kirin. Elektrîka me qut kirin. Bi tenê li herêma me elektrîka 38 gundan niha nîne. Rezên me, darên sêv û guzan, daristanên herêma me hemû şewitîn. Hînê dişewitin. Ev ji aliyê balafirên Tirk ve hat kirin. Em naxwazin ev bi serê me de bên."

Gundiyan herêma xwe nîşan dan û gotin, "Li vir gerîlayên PKK'ê nînin, ev der gundên sivîlan e. Li vê herêmê dehl û rez hene, çandinî tê kirin. Bi şev û roj ji bo xwe xwedî bikin, em dixebitin. Ev cihê hat bombekirin di heman demê de rêya bingehîn e. Her kes dizane ku li vir gerîla nîne."

Gundiyê bi navê Diyar ê ji gundê Edene ku hewl dide xeta elektrîkê ya ji ber bomberdûmanê xera bûye sererast bike got, "Balafirên şer ên Tirk hatin û gund bombe kirin. Dûre jî şewat derket. Elektrîka gundan qut bûye. Şewat heye. Em naxwazin êdî tiştên bi vî rengî biqewimin."

Gundiyan, berevajî îdîayên rayedarên dewleta Tirk ku îdîa dikirin 'hejmareke zêde terorîst hatine kuştin', gundiyan destnîşan kirin ku tiştek bi gerîla nehatiye, lê şebekeya elektrîkê û bexçeyên gundiyan zerar dîtine.

Gundiyan nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan.