41 hezar xwendekar li Efrînê dest bi dibistanê dikin

Li kantona Efrînê sala xwendinê ya nû sibe bi tevlîbûna 41 hezar xwendekaran ku wê li ser meteryalên nû perwerde bibînin, destpê bike.

Li kantona Efrînê sala xwendinê ya nû sibe bi tevlîbûna 41 hezar xwendekaran ku wê li ser meteryalên nû perwerde bibînin, destpê bike.

Piştî ku amadekariyên weke, sererastkirina dibistanan, amadekirina meteryal û mamosteyan bi dawî bûn, biryar hat dayîn ku sibe 28.9.2015’an sala xwendinê ya 2015/2016’an destpê bike.

Di vê çarçoveyê de jî wê 300 dibistanên Kantona Efrînê yên seretayî, navîn û amadeyî deriyê xwe ji xwendekaran re vekin.

Sibe wê nêzî 31 hezar xwendekarên dibistanên seretayî, bi cilên xwe yên sor û şînê tarî ku ji aliyê Desteya Perwerdeyê ya kantonê ve hatine erêkirin, berê xwe bidin dibistanan.

Biryar e ku di dibistanên seretayî de pêkhateyên Kurd û Ereb li ser meteryalên nû bên perwerdekirin. Xwendekarên Kurd wê di 6 refên dibistanên seretayî de, perwerdeyê bi zimanê Kurdî bibînin û zimanê Erebî wê ji refa 4’an de destpê bike û zimanê Îngîlîzî jî wê ji refa 5’an de destpê bike.

Xwendekarên ji pêkhateyên Ereb jî wê di dibistanên seretayî de bi zimanê Erebî perwerde bibînin û zimanê Kurdî wê ji refa 4’an de destpê bike û zimanê Îngîlîzî jî wê ji refa 5’an de destpê bike.

Îsal wê 10 hezar xwendekarên dibistanên navîn û amadeyî jî berê xwe bidin dibistanan.