Cenazeyê ajokarê ambûlansê hat veşartin

Cenazeyê ajokarê ambûlansê Şeyhmûz Dûrsûn ê li Elkê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Birayê wî Şevket Dûrsûn di axaftina xwe ya li vir de got, "Ji mirina kekê min, qeymeqam berpirsyar e."

Cenazeyê ajokarê ambûlansê Şeyhmûz Dûrsûn ê di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de li navçeya Colemêrg Elkê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbatê duh cenazeyê xwe wergirt û berê xwe da Elkê. Lê belê leşkerên Tirk li ber Qereqola Jendermeyan a Ayvalikê konvoya cenaze sekinand û nehişt konvoya ku parlamenterên HDP'ê jî tê de bû, derbas bibe. Tevî ku parlamenterên HDP'ê bi saetan hewl dan rayedarên leşkerî îqna bikin, ji ber ku destûr nehat dayîn girseya gel hewl da cenaze ji rêya gund û çiyayî bigihîne Elkê. Ji ber ku rê xerabe bûn, gelek kes bi wesayîtên xwe li gundê Ayvalikê man. Welatiyên Elkê yên rêya bejahî bi kar anîn, piştî bi saetan xwe gihandin navenda navçeyê. Konvoy li vê derê ji aliyê bi hezaran kesan ve bi qîrîna dirûşmên "Kujer polîs wê hesap bide", "Şehîd namirin" û "qeymeqam îstifa" hat pêşwazîkirin. Girseya gel darbesta Dûrsûn hilgirt ser milan û ber bi Goristana Asrî ve meşiya. Cenazeyê Dûrsûn li ber duayan li hat veşartin.

'POLÎSAN GULE LI AMBÛLANSÊ REŞANDIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di axaftina xwe ya li vê derê de diyar kir ku Qeymeqamê Elkê bi zorê ajokar şandiye herêma şer û polîsan li ambulansê gule reşandine. 

Sariyildiz da zanîn ku polîsan Şeyhmûz Dûrsûn qetil kirin û got: "Niha dibêjin PKK'ê kiriye û rastiyê berevajî dikin. Dema em bang li ambûlansê dikin, bi hinceta ewlehiyê destûr nadin. Lê niha bi komployekê ambûlans şandin herêma şer û ajokar qetil kirin." 

Sariyildiz destnîşan kir ku gel ji bo aştiyê bi şev û roj li ser piyan e û her ku gel dibêje aştî, dewlet qetil dike û di şer de israr dike. 

Birayê Dûrsûn Şevket Dûrsûn jî anî ziman ku birayê wî bi zanebûn û plan hatiye kuştin û got: "Yekser Qeymeqam berpirsiyarê kuştina birayê min e. Birayê min 25 salan ajokariya ambûlansê kir. Lê dewletê karmendê xwe qetil kir. Wezîrê tenduristiyê sînorê derewan derbas dike. Li Tirkiyeyê heqûqa şer nemaye."