Gerîlayên HPG/YJA Starê ji bo bîranîna Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Baran Dêrsim, gerîla Erdal, Cîlo û Botan, çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de serdarekî artêşa Tirk hat kuştin. Lê windahiya giştî ya artêşê nehat zelalkirin.
ANF
BEHDÎNAN
yekşem, 27 rezberê 2015, 15:33
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê êrîşên artêşa Tirk û çalakiyên bersivdayînê yên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî bi raya giştî re hatin parvekirin:
HEFTANÎN
"Roja 26'ê Îlonê saet di 17:00 de hêzên me yên gerîla, li hemberî girekî artêşa Tirk ji bo ewlekariyê zevt kiribû, yê li qada Şehîd Kendal a li ser sînorê herêma Heftanînê, bi topên hawanê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de tona hawanê li mewziyeke 5 leşker tê de bûn, ketiye. Hejmara mirî û birîndarên li vê derê nehat zelalkirin.
COLEMÊRG
Roja 26'ê Îlonê saet di 17:30 de, li hemberî helîkoptera Skorsky a ji herêma Gerewya Zînê ya di navbera Gever û Şemzînanê de diçû, gerîlayên me bi çekên giran çalakiyek pek anîn. Di vê çalakiyê de helîkoptera Skorsky derb xwar û ji herêmê derket.
SÊRT
Di 26'ê Îlonê saet 21:50 de, li dijî stasyonên bazê yên Turkcell, Avea û Vodafone yên li gundê Kalendera yê navçeya Sêrt Dihê, tîmeke me ya gerîla çalakiyên sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyan de stasyonên bazê hatin rûxandin.
Êvara 26'ê Îlonê saet di 20:00 de, di çalakiya sabotajê ya li hemberî şantiyeyeke taybet a betonê ya Serokê AKP'ê yê navçeya Sêrt Berwariyê de, şantiyeya li herêma navbera Berwarî û Bedare bi temamî hat îmhakirin.
ŞIRNEX
Di 25'ê Îlonê saet 23:00 de, gerîlayên me li navenda Şirnexê li dijî wesayîteke zirxî çalakiyeke sabotajê pêk anîn, di encamê de wesayît bi temamî îmha bû û 2 tîmên taybet mirin, 2 jî birîndar bûn.
AGIRÎ
Roja 22'ê Îlonê saet di 21:15'an de, radarek li gundê Tuci yê navçeya Agirî Giyadînê, bi çalakiyeke sabotajê ya tîmeke me ya gerîla re hat rûxandin.
Roja 24'ê Îlonê saet di navbera 08:00 - 09:00 de, artêşa TC li herêma Tendurekê dest bi operasyoneke berfireh kir. Balafirên şer, qada Gordê ya Tendurekê bi dijwarî bomberdûman kirin. Heman piştî vê bomberdûmanê bi 4 helîkopterên Kobra êrîşê destpê kir û heta saet 19:00 ê êvarê dewam kir. Di heman rojê de, 8 helîkopterên Skorsky leşker danîn ser girên stratejîk. Beşek ji hêza operasyonê xwe vekişandiye, lê li herêmê operasyona yekîneyên veşartî didome.
ÇEWLIK
Ji 13'ê Îlonê û vir ve rêya Çewlik-Amedê di bin kontrola hêzên me yên gerîla de ye.
Roja 23'ê Îlonê, li dû kontrola gerîlayên me ya li ser rêya Çewlik-Elezîzê, me dabû xuyakirin ku di encama destwerdana artêşa TC de şer qewimiye. Di daxuyaniya me ya duh de me ragihandibûn ku di vî şerî de 7 hevalên me şehîd ketine. Lê belê di vê şerî de 4 hevalên me şehîd ketine.
BEDLÎS
Roja 26'ê Îlonê saet di 14:00 de, li hemberî qereqola Birikan a li navçeya Bedlîs Tetwanê tîmeke me ya gerîla çalakiyeke sûîqestê pêk anî û di encamê de leşkerek hat kuştin.
DÊRSİM
Ji bo bîranîna hevalên me yên li Dêrsimê şehîd ketin, endamê Desteya Fermandariya HPG’ê hevalê Baran Dêrsim, Erdal, Cîlove û Botan, hêzên gerîlayên me 25’ê Îlonê li hember artêşa Tirk a li mintiqayên Zargoyît, Arman, Tatan û Demîrkapi ya gîrêdayî navenda Dêrsimê derketibûn operasyonê, çalakiyek bersivdayînê pêk anîn. 26’ê Îlonê operasyon berfirehtir kirin û di nav de koordînasyona operasyonê jî hebû, gerîlayên me leşker şopandin û bi awayekî bandor çalakî pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de Serdar (Yavûz Sonat) ku operasyona Pilûrê bi rê ve dibir hate kuştin, hejmara mirî û birîndarên leşkerên din nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC, qadên derdora xwe bi helîkopterên Kobra, hawan û obusan ve rasterast bomberdûman kir.
Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim-Pilûr û Dêrsim-Erzînganê di bin kontrola hêzên me de ne.
GÎRESÛN
26’ê Îlonê saet 20.40’an yekîneyek gerîlayên me li hember Tabûra Leşkeran a girêdayî navçeya Guce ya Gîresûnê çalakiyek pêk anî. Ev çalakiya ku ji sê baskan ve pêk hat ji bo bîranîna Şehîd Baran Dêrsim û 3 hevalên me bû. Di çalakiya ku ji milê nîzamiye, avahiya leşkeran û baskên sûîqestê pêk hat de, bi lêdanên bi bandor li nîzamiyê 2 leşker, bi sûîqestên li hember çeperên derdora avahiyê, 2 leşker hatin kuştin. Avahiya Leşkeran ku 10 leşker tê de bûn, bi roketan ve bû hedef, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.”
HPG’ê agahiyên nasnameya Serbest Berîtan, gerîlayekî HPG’ê yê 24’ê Îlonê li herêma Geliyê Dostkî ya girêdayî navçeya Gever a Colemergê jiyana xwe ji dest dabû, ragihand.
METÎNA HAT BOMBERDÛMANKIRIN, GEL ZERAR DÎT
HPG’ê diyar kir ku herêma Metîna hat bombebarankirin û wiha got: “ 27’ê Îlonê saet di navbera 01.00 û 03.30’an de artêşa TC bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bêmirov bi balafirên şer gundên Yekmalê, Xirabê, Şelazê û herêmên Golka, Qûmrê, Bogaza Kanî, Dola Kanî û Gozê yên girêdayî herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir. Ev çalakiya ku bi temamî têkçûyî de ti windahiyên me çênebûn. Ji ber bomberdûmanê rez û baxçeyên gelê herêmê zerar dîtin.”
BOMBERDÛMANÊN OBUS, HAWAN Û TANKAN
HPG’ê ragihand ku bomberdûmanên obus, hawan û tankan didomin û wiha got: “26’ê Îlonê saet 11.30’an qereqola Tepê Remo ya girêdayî navçeya Gever a Colemergê, herêma Mergê Zerê; qereqola Şitaza ya gîrêdayî navçeya Şemzînanê, herêma Bînbîr bi obus, hawan û tankan ve bomberdûman kir.
26’ê Îlonê saet di navbera 18.00-19.00’an de qereqola Grana ya li sînorê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêmên Govendê û Tepê Xwedê; saet di navbera 18.30-19.00’an de qereqola Mamreş, herêmên Tepê Ronahî û Mêrgê bi obus û hawanan bomberdûman kir.
26’ê Îlonê saet di navbera 17.00-21.00’an de qereqola Bîlîcan a li sînorê herêma Zapê, herêmên derdora xwe; saet 21.00-22.30’an qereqola Êrîş, herêmên derdora xwe bi obus û hawanan bomberdûman kir.”
TEVGERA HEWAYÎ
HPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got:
Ji 23’ê Îlonê û vir ve ji Herêmên Parastinê yên Medyayê, 26’ê Îlonê saet di navbera 07.00-23.00’an û 27’ê Îlonê saet di navbera 08.00-12.00’an de herêma Garê; 26’ê Îlonê saet di navbera 05.00-18.00’an de herêma Heftanînê; 26’ê Îlonê saet di navbera 03.00-16.30’an û 22.00’an de û 27’ê Îlonê saet 01.00’an herêma Zapê rastî tevgera pêgerên hewayî yên keşfê hatîn.
27’ê Îlonê saet di navbera 00.00-04.00’an de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Zap, Garê û Heftanînê tevgera balafirên şer çêbû.”
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ye: