Personelên tenduristiyê yên HPG'ê xebatên xwe didomînin

Doktor Amanos ê li nexweşxaneya HPG'ê dixebite anî ziman, ku berevajî îdîayên tê kirin, gerîla di pêvajoya şerê dawî de windahiyeke cidî nedaye.

Dr. Amanos ragihand ku gelek gerîlayên birîndar bûn hatine dermankirin û ji nû ve li cihên xwe yên wezîfeyê vegeriyane. Dr. Amanos da zanîn, ku dewleta Tirk di şer de çek û gazên li gorî peymanên navneteweyî qedexe ne, bi kar aniye.

Gerîlayên HPG'ê yên li dijî êrîşên artêşa Tirk têdikoş in, di rewşeke birîndarbûnê de li qadên xwe yên jiyanê tedawî dibin. Li nexweşxaneyeke HPG'ê gerîlayên birînên wan sivik-giran tên tedawîkirin. Hin ji doktorên li nexweşxaneyê, gelek caran li eraziyê jî karê xwe dikin.

'HEM LI NEXWEŞXANEYÊ HEM JÎ LI DERVE EM BI BERPIRSYARIYA XWE RADIBIN'

Doktor Kendal Amanos ê demeke dirêj e xebatên tenduristiyê dimeşîne, der barê rê û rêbazên xebata xwe de got, "Bi giranî em di bin sîwana nexweşxaneyê de dixebitin. Tevî vê yekê jiyana me ya asayî didome. Di rewşeke birîndariyê yan jî pêwîstiyeke alîkariya lezgîn de em li cem hevalan e û xizmetê didin wan. Çi li derve çi jî li nexweşxaneyê."

Dr. Amanos ragihand ku êrîşên artêşa Tirk ên di 24'ê Tîrmehê de destpêkirin, di nava gerîlayan de rê li ber windahiyeke cidî venekirine û di vî warî de medya navendî ya Tirkiyeyê derewand.

'WINDAHÎ Û BIRÎNDARBÛYÎNÊN CIDÎ NEBÛN'

Dr. Amanos got, "Weke ku tê zanîn ev nûçe dûrî ji rastiyê ne. Tevahiya gelê me bi vê dizane. Rastî, ne mîna ku ew dinivîsîne ye. Em bi xwe jî şahid in. HPG'ê ji xwe di vê pêvajoyê de windahî û birîndariyên xwe bi raya giştî re parve dike. Encam di vê çarçoveyê de ye. Dema rewşeke birîndarî rû dide, yekser haya me jê çêdibe. Dema şehadet jî rû bide, haya me jê çêdibe. 16 heval di êrîşên hewayî de şehîd ketine. Hin heval bi sivikî birîndar bûn û mudaxleya wan hat kirin. Birîndariyên gelekî giran û xedar nebûn. Tedawiya gelek ji wan qediya û niha vegeriyane cihên xwe yên wezîfeyê.

Pêvajoyeke dijwar a şer bû. Bi taybetî êrîşên hewayî zêde bûn. Lê belê windahiyên me yên cidî nebûn. Ew di medyayê de gelekî dinepixînin û bi mejiyê leşkerî tevdigerin, bi vî rengî agahdariyê dikin. Ji bo her cihê êrîş dikin, li gorî xwe dibêjin 'îmha bûn', 'tine bûn'. Beriya her tiştî rêbazeke tevgerê ya gerîla heye. Rêbazeke ku li gorî şert û mercan diyar dibe. Ji ber ku çiyayên Kurdistanê di vî warî de gelekî kêrhatî ne, berevajî îdîayên wan me windahiyên cidî nedan."

'DI PÊVAJOYA ŞER DE GERÎLAYÊN NEXWEŞ KETINE NÎNE!'

Dr. Amanos ji bo pirsa "di pêvajoya şerê dawî de hûn bi çiqas gerîlayên nexweş re eleqedar bû?" ev bersiv da: "Bi giranî rewşeke bi vî rengî heye; di pêvajoyên şer de heval nexweş nakevin. Ji ber ku hevalên normal nexweş dikevin jî nexweşiyên xwe qebûl nakin. Dema şer hebe, xwe ji xebatê venagirin. Bi giranî, dema rewşeke birîndarbûnê hebe tên nexweşxaneyê. Em jî zêde li nexweşxaneyê namînin. Heta niha 10 birîndar hatin. 2-3 hevalên ji ber rewşa lezgîn a nexweşiyê hatin."

'DEWLETA TIRK ÇEK Û GAZÊN QEDEXEKIRÎ BI KAR TÎNE'

Dr. Amanos diyar kir ku AKP serî li rêbazên êrîşê yên sûcê şer dide û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em bi zîhniyeta dewleta Tirk, bi rêbaza wê ya êrîşê dizanin. Heta niha di ti şer û pevçûnê de hurmet nîşanî nirxê însanî nedaye û li gorî exlaqa şer tevnegeriya ye. Di vê çarçoveyê de konsepta şer bi rêbazên herî qirêj dimeşîne. Dema mirov pêvajoya dawî binirxînin; tê dîtin ku wan êrîş dan destpêkirin. Pêvajoya agirbestê hebû, bi hêviyên aştiyê dimeşiya. Her çend dewleta Tirk gavên şênber neavêtiye jî me her tim ev rewş parastin. Di salên bihurî de jî êrîş bi rêbazên qirêjî dihatin kirin. Gazên kîmyewî û çekên ku li gorî peymanên navneteweyî hatine qedexekirin, li hemberî qadên gerîla gelekî hatin bikaranîn. Gazên kîmyewî di vê dema dawî de jî bi kar anîn. Li Geliyê Dostkî, li xeta Avaşînê hat bikaranîn. Tevî ku qedexeye jî bombeyên mîsketê avêtin. Tevî zerarên xwe yên mezin jî dewleta Tirk bi kar anî û hînê bi kar tîne."

Dr. Kendal Amanos tenduristiyê weke "karekî însanî, xebateke mirov esas digire" pênase kir û diyar kir ku di xwezaya tenduristiyê de şer nîne. Dr. Amanos got, "Di xwezaya tenduristiyê de rizgarkirina mirovan heye. Ya ku em her tim esas digirin jî ev e. Mirovan her tim li hemberî êrîşên li dijî xwe têkoşiya ye; ev parastineke. Ya ku em dikin jî ev e."

'BIRÎNDAR HÎN BÊHTIR BI MORAL IN!'

Dr. Nûrşîn a li nexweşxaneya HPG'ê dixebite ji bo pirsa me ya li ser psîkolojiya gerîlayên birîndar, ev bersiv da: "Ez li psîkolojiyên neyînî rast nehatim. Berevajî, dema mirov li birîndaran dinêrin, wan bi moraleke hîn mezintir dibînin. Rewş û tirseke wan a weke 'em dest ji xwe berdin' nîne."

Doktorekî din jî anî ziman ku armanca wan başkirina hevrêyên xwe ye û destnîşan kir ku ev hewldan bandoreke erênî li psîkolojiya wan jî dike.