Fermandar Ada: Em ê hesabê komkujiyan ji AKP'ê bipirsin

Fermandara Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Aynûr Ada diyar kir ku ew ê hesabên komkujiyan qat bi qat ji AKP'ê bipirsin. Ada destnîşan ku Rojava ji bo wan eniyeke şoreşê ye.

Ji Fermandarên Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Aynûr Ada got, "Weke şoreşgerên Tirkiyeyî dema em li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, dizanin ku em di heman demê de li hemberî çeteya AKP'ê şer dikin."

Fermandar Ada ragihand ku AKP û Erdogan, ji bo ser têkiliyên xwe yen qirêj binixumîne, êrîşî hêzên azadiyê yên Kurdistan û Tirkiyeyê dike û destnîşan kir ku hesabê ciwanên sosyalîst ên SDGF'yî yên li Pirsûsê hatin qetilkirin, gelê sivîl ê li Cizîr û cihên din hate qetilkirin, wê qat bi qat ji AKP û alîgirên AKP'ê werin pirsîn.

Ada anî ziman ku ew hemû qadên têkoşînê yên gelê Kurd weke çepereke şoreşa Tirkiyeyê dibînin, têkoşîna li van çeperan û mezinkirina têkoşînê esas digirin û destnîşan kir ku heta têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê hebe, ew ê pê re tevbigere û têbikoşe. Ada got, "Mîna çarenûsa gelan, azadiya wan jî bi têkiliyên xurt bi hev ve girêdayî ye."

Fermandar Aynûr Ada, êrîşên AKP û Erdogan ên li hemberî gelê Kurd, nêzîkatiya hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê li pêvajoyê, ji ANF'ê re nirxand.

DEWLETA TIRK JI CENAZEYÊN ME JÎ DITIRSE

Ji Fermandarên Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Aynûr Ada da xuyakirin ku ji fermandar û hevrêyên wan Azîz Guler, dema li dijî çeteyên DAIŞ'ê di nava amadekariya çalakiyekê de bû roja 21'ê Îlonê jiyana xwe ji dest daye û diyar kir ku sekinandina cenazeyê Guler (Rasîh Kûrtûlûş) bi biryara Desteya Wezîran li ser sînor, nayê qebûlkirin.

Ada ragihand ku wan ji sekinandina cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê beriya niha li ser sînorê Xabûrê dîtibûn ku AKP û Erdogan ên dewleta Tirk bi rê ve dibin, di nava nêzîkatiyeke li dijî mirovahiyê de ne û got, "Dewleta AKP'ê ji ber ku ji cenazeyên şehîdên me yên weke hevrê Azîz ditirse, nahêle bê derbaskirin." 

Ada da zanîn ku ev nêzîkatiya dewleta Tirk, ji ber dijminatiya xwe ya li hevgirtina gelan e û got, "Hevrê Azîz, nîşaneya şênber a rêbaza me ya çalakiyê ya li hemberî faşîzma AKP'ê û çeteyên DAIŞ'ê, ye. Hevrêyê me Azîz, di pêvajoya şoreşa Rojava de wezîfeyên girîng bi cih anî. Yek ji hevrêyên ku têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi rêxistin dikir û dimeşand bû."

Ada destnîşan kir ku ew weke hêzên azadiyê yên şoreşger, wê li dijî êrîşên dijmirovahiyê yên dijmin têkoşîna xwe bilind bikin û ji bo bîranîna hevrêyê xwe Azîz, bi xurtkirina têkoşînê bersivê bidin.

Ada got, "Yên êrîşî konên serxweşiyê kirin, yên nahêlin cenazeyê hevrêyê me bê derbaskirin, yên ev biryar di desteya wezîran de derbas kirine, hemû alîgirên AKP'ê, saziyên faşîst û saziyên destekê didin DAIŞ'ê, ji vê êrîşî û van nêzîkatiyên li dijî mirovahiyê berpirsyar in. Em ê ji van derdoran qat bi qat hesap bipirsin. Em bang li gelê xwe dikin, ku li gorî soza ji van hevrêyan re hatiye dayîn, hîn bêhtir têkoşînê bilind bike."

DEWLETA TIRK BI PROVOKASYONAN RE PÊVAJO QEDAND

Fermandar Ada da xuyakirin ku dewleta Tirk ji nirxên azadî û biratiyê yên gelan ditirse û destnîşan kir ku têkiliya êrîşên AKP'ê ji nêz ve bi nirxên azadiyê yên Şoreşa Rojava derxistine holê heye.

Ada got, "Dewleat Tirk di 24'ê Tîrmehê de li hemberî qadên gerîla dest bi bomberdûman û êrîşên topyekûn kir. Dewleta Tirk bi van êrîşan re derba herî mezin li hêviyên aştiyê yên derkevin holê xist. Dewleta Tirk ji xwe beriya van êrîşan biryara şer wergirtibû û xistibû meriyetê. Beriya hilbijartinê bi dehan caran li hemberî HDP'ê êrîş hatin kirin. Di serî de komkujiya barbar a li hemberî ciwanên şoreşger-sosyalîst ên SDGF'yî yên ji bo tevkariya li pêvajoya avakirina Kobanê ketin ser rê, dewleta Tirk komkujî û êrîşên xwe timî dewam kir. Zelal bû ku ev pêvajo wê ji aliyê dewleta Tirk ve bê xerakirin. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk jî, gelê Kurd û rêxistinên şoreşger ên li rojava, xwedî amadekariyan bû.

Dewleta Tirk ev 3 sal in polîtîka dijminatiya li Şoreşa Rojava dimeşîne. Tevî vê yekê jî şoreş mîna qelehekê li şûna xwe ye û hîn bêhtir bala cîhanê dikişîne ser xwe. Hemû mewziyên ketine destê gelê Kurd û şoreşgerên Tirkiyeyî, bûn sedem ku planên dewleta Tirk pûç bibin. Lewma Şoreşa Rojava ji bo demokrasiya Tirkiykeyê weke eniyekê ye. Bakurê Kurdistanê ya piştgiriyê dide Rojava, ew jî mîna eniyekê bi rêxistin bûye."

ŞOREŞA ROJAVA NAVENDA ENSTERNASYONALÎZMA CÎHANÊ YE

Ada diyar kir ku Şoreşa Rojava ji bo hemû şoreşger û enternasyonalîstên cîhanê veguheriye qada piştgiriyê û got, "Fîlîstîn-Lubnan wextekê ji bo şoreşgeran çi bû, Rojava jî niha ew e. Li dijî çeteyên ku dewleta Tirk destekê dide wan, mirovên pêşverû yên cîhanê, bi ruhekî hevpar li Rojava şer dikin." Ada ragihand ku şoreşa li Rojava derket holê, hesabên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn pûç dike.

Fermandar Aynûr Ada diyar kir ku hemû qadên têkoşînê yên gelê Kurd ji bo wan mewziyeke şoreşa Tirkiyeyê ye û got, "Rojava ne tenê qadeke piştgiriya enternasyonalîst e. Her qada Rojava û tevahiya Kurdistanê ji bo me qadêngirîng ên stratejîk in. Rojava beşeke mezin a sînorên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê qadên têkoşînê yên gelê Kurd ji bo me hemûyan qadên ewlekarî û têkoşînê ne."

Ada da xuyakirin ku weke şoreşgerên Tirkiyeyê dema li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Rojava şer dikin, ew dizanin ku di heman demê de li hemberî çeteya AKP'ê şer dikin û got, "Em 70-80 km dûrî cihê ku em jê re dibêjin çavkaniya esasî ne. Her serketina li vir tê bi destxistin, yekser bandorê li herêmê û demokrasiya Tirkiyeyê dike. Pêvajoya berxwedana Kobanê jî di nav de me her tim bi vî rengî li pêvajoya têkoşînê temaşe kirine.

Heta dawiya vî şerî em ê li vir bin. Heta gelê Kurd azad bibe, em ê bi hêzên berxwedanê yên Kurd re di heman çeperan de hevrê bin. Ji ber ku ev yek ji bo me meseleyeke şoreşê ye. Em ji wê kevneşopiya ku baweriya xwe bi biratiya gelan tîne, tên."

Fermandara Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Ada da xuyakirin ku faşîzma AKP'ê bi êrîşan re dixwaze rûyê xwe yê qirêj veşêre, desthilatdariya xwe bidomîne û got, "Weke şoreşgeran em dibêjin; di serî de komkujiya li Pirsûsê ya li hemberî ciwanên sosyalîst hat kirin, em ê hesabê hemû komkujiyên li Cizîr û deverên din ên Kurdistanê hatine kirin ji AKP'ê bipirsin. Pêwîste gelê me jî li ser bingeha vê rastiyê wezîfeyan bi cih bîne, bi berpirsyarî rabe û li dijî faşîzmê berxwedanê bilind bike."