Polîsên ku hewl didin bikevin Taxa Hasirli ya navçeya Sûrê gel gulebaran dikin û hat zanîn li cihên bilind jî sekvan têne bicihkirin. Li hemberî êrîşan gel dest bi berxwedanê kir û HDP, DBP, KCD û KJA jî dê ji bo piştgiriyê saet di 18:30'an de biçin Qada Şêx Saîd.
Li navçeya Sûr a Amedê ku di hefteyên borî de hêzên dewletê êrîşen giran pêş xistin û ji ber berxwedana gel paş ve kişiyan, car din hewl didin ku êrîşî taxan bikin. Polîs, bi wesayitên zidxî ketin Taxa Hasirliyê û bi guleyên rast derdor gulebaran kirin. Li hemberî êrîşa polîsan gel jî parastina cewherî pêş xist û dest bi berxwedanê kir.
Ji ber êrîşa polîsan gelek gule li Mizgefta Kurşunluyê ketin.
Li hemberî êrîşan HDP, DBP, KCD, KJA û saziyên civakî yên li bajêr dê li hemberî êrîşan saet di 18:30'an de biçin Qada Şêx Saîd a Deriyê Çiyê û piştgirî bidin berxwedana gel û bang li gel kirin ku werin qadê.