Gelê Sûrê li hember êrîşa polîsan li kolanan e
Polîs bi maşîneyên zirxî ketin kolanên Sûrê û bi çekan gule li ser welatiyan reşandin. Gelê Sûrê jî li hemberî êrîşa polîsan daketin kolanan û bertekên xwe anîn ziman.
Polîs bi maşîneyên zirxî ketin kolanên Sûrê û bi çekan gule li ser welatiyan reşandin. Gelê Sûrê jî li hemberî êrîşa polîsan daketin kolanan û bertekên xwe anîn ziman.
Polîs bi maşîneyên zirxî ketin kolanên Sûrê û bi çekan gule li ser welatiyan reşandin. Gelê Sûrê jî li hemberî êrîşa polîsan daketin kolanan û bertekên xwe anîn ziman. Gel li hemberî gulebarana polîsan bi çepik û tilîliyan bertekên xwe anîn ziman.
Li navçeya Sûr a Amedê ku di hefteyên bihurî de hêzên dewletê êrîşen giran pêş xistin û ji ber berxwedana gel vekişiyan, careke din hewl didin ku êrîşî taxan bikin. Polîs, bi wesayitên zirxî ketin Taxa Hasirliyê û bi guleyên rast derdor gulebaran kirin. Li hemberî êrîşa polîsan gel jî xweparastin pêş xist û dest bi berxwedanê kir. Gelek polîsên sekvan li nuqteyên bilind ên wekî Mizgefta Kurşunlu bi cih bûn û gule avêtin gel. Li nava taxê dengê çekan bilind dibin. Gel jî derket kolanan û bertekên xwe anî ziman. Li gel êrîşên çekdarî gel bi çepik û û tilîliyan bertekên xwe tîne ziman û kolanan vala nake.
Hat zanîn ku di êrîşa sekvanan de kesên birîndar bûne hene.