Gerîlayên jiyana xwe ji dest dan li gelek navendan hatin bîranîn

Kurdên li Ewropayê dijîn, gerîlayên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn. Di bîranînan de soza dilsoziya bi têkoşîna cangoriyan re hat dayîn.

Kurdên li Ewropayê dijîn, gerîlayên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn. Di bîranînan de soza dilsoziya bi têkoşîna cangoriyan re hat dayîn.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, Serhildan Yildirim (Canşêr Adar) ê di 5'ê Îlona 2015'an de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn. Di bîranîna li salona civînê ya NAV-DEM'ê de li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Dayê Koker peyivî. Koker bal kişand ser êrîşên li hemberî cenazeyên gerîla û got, "Dijminêm e xedar e. Li dijî dijmin, divê em xwedî li ewladên xwe, li şehîd û nirxên xwe derkevin."

MALBATA YILDIRIM: EM Ê BI TÊKOŞÎNA WÎ RE DILSOZ BIN

Li ser navê Malbata Yildirim Serhat Yildirim peyivî û got, "Serhildan ji ber ku di dema serhildana Newrozê ya Nisêbînê ya 92'an de ji dayik bû, navê Serhildan lê hat kirin." Yildirim got, "Di sala 2011'an de tevlî refên gerîla bû. Heta dema dawî li Rojava ma. Ji lingê xwe birîndar bû. Ji bo tedawî bibe hat Bakurê Kurdistanê. Di 5'ê Îlona 2015'an de li Êlih-Kercewsê şehîd ket. Malbata Yildirim xwedî 38 şehîdan e. Em soz didin ku heta dawiyê em ê bi doza wî re dilsoz bin." Bîranîn bi belavkirina xwarina xêrê, bi dawî bû.

BREMEN

Li bajarê Elmanya Bremenê, gerîlayên HPG'ê Ridvan Îpek (Rêzan Erzîrom) û Baran Çetînkaya (Brûsk Dêrsim) ên li Dêrsimê di çalakiya fedaî de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Li Komeleya Viratî e.V. serdanên serxweşiyê hatin qebûlkirin. Di merasîma bîranînê de tevî malbata Îpek, Kurdistanî û dostên wan ên li Bremen û derdora wê jî amade bûn.

Li dû vegotina jiyana Îpek, Meclîsa Gel a Bremenê daxuyaniyek li merasîmê da û got, "Divê em xwedî li şehîd û emanetên xwe derkevin."

MALBATA ÎPEK: RÛMET E

Bav Ramîs Îpek di axaftina xwe ya li vir de ji ber xwedîderketina gel spasiyên xwe pêşkêş kir û got, "Mîna êşa ewlad min êşeke din a mezin nedîtiye. Lê belê min ev jî dît; Şehîd Rêzan ne tenê ewladê min e, yê tevahiya gelê Kurdistanê ye. Ev yek êşa min sivik dike. Bûyîna bavê ciwanekî ji bo gelê xwe canê xwe fedakiriye, ji bo min cihê rûmetê ye. Ew neviyên Şêx Seîd û Seyîd Rizayan e; li hemberî zilma dewleta Tirk serî netewandin."

Dayika Rêzan Îpek jî got, "Ez dayik im, dilê min gelekî dişewite, lê îro roja daweta Rêzanê min e. Ji ber ku we di vê roja bi rûmet de ez bi tenê nehiştine, yek bi yek ji we hemûyan re spas dikim."

VANNES

Li rojavayê Fransa bajarê Vannesê, Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Onder Aslan (Şervan Varto) yê di êrîşa hewayî ya 23'ê Tîrmehê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, Endamê Konseya Fermandariyê yê HPG'ê Îsmaîl Aydemîr (Baran Dêrsim) ê li bejahiya navçeya Dêrsim Pulurê di bomberdûmana balafirên şer a 17'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da û şehîdên meha Îlonê bi merasîmekê hatin bîranîn. Di bîranînê de malbata Onder Aslan a li bajarê Vannesê dijî û Kurdistaniyên li rojavayê Fransayê dijîn, amade bûn.

Di bîranîna li salona Masion De Qûartier a li Vannes Kergedo de xaltîka Onder Aslan Yeter Bozkûrt peyivî û anî ziman ku ew bi şehîdan re serbilind in û ji bo canê mirovên din neşewite xwest şer bi dawî bibe, aştî were. Birayê biçûk ê Aslan Bariş Aslan û xizmê wî Yilmaz Bozkûrt ku di heman demê de hevalê wî ye, bîranînên xwe parve kirin. Biraziya Aslan Narîn Aslan jî helbestek ji bo apê xwe nivîsandî xwend. Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

LÎNZ

Li bajarê Awûstûrya Lînzê, gerîlayê HPG'ê Kemal Ozsonmez (Cîhan Sînemlî-Cemo) li NCDK hat bîranîn. Di merasîma ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, hevalên wî yên Ozsonmez nas dikirin, bîranînên pê re vegotin. Li ser navê NCDK'ê jî Denîz êrsim peyivî û destnîşan kir ku xwedîderketina li cangoriyan, bi meşandina têkoşîna wan dibe û bang li Kurdan kir ku li dijî vî şerê qirêj derkevin.

...