Polîs ji Sûrê vekişiyan

Li Sûrê ji ber berxwedana gel polîs û polîsên tîmên taybet neçar man êrîşên xwe bi dawî bikin û vekişin. Hate zanîn welatiyek bi bombeyê gazê birîndar bûye û piştre polîsan ew derb kirine û binçav kirine.

Li taxên Hasirli û Fatîhpaşa yên navçeya Sûrê ya Amedê, polîsên ku bi çekan êrîşî gel kirin ji ber berxwedana xweparastinê ya gel neçar man ku vekişin. Polîs û polîsên tîmên taybet li Taxa Fatîhpaşayê Mizgefta Kurşunlu û gelek malan gulebaran kirin. Piştî ku êrîşên polîsan encam negirtin û bi wesayîtên xwe yên zirxî vekişiyan, heyetek ji HDP, DBP, KJA û KCD'ê ku li Qada Şêx Seîd bûn, ji bo lêkolînan çûn navçeyê û li taxên Fatîhpaşa û Hasirlî lêkolîn kirin.

'GELÊ ME ÊRÎŞ VALA DERXIST'

Heyetê, piştî lêkolînan li Qada Şêx Seîd agahî da gel û raya giştî. Hevserokê HDP'a Amedê Omer Onen diyar kir ku tevî ti pirsgirêk tinebû polîsan êrîşî taxan kirine û got, "Gelê me êrîşan vala derxist."

Piştî daxuyaniyê, welatî belav bûn.

Her wiha hate zanîn ku welatiyek bi bombeyên gazê yên polîsan birîndar bûye û polîsan welatiyê birîndar destpêkê derb kirine piştre jî binçav kirine.