Gerîlayê HPG’ê Îşlek ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahsun Îşlek (Çiyager Serhat) li navçeya Kopê ya Mûşê ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin. Bav Alî Îşlek di merasîmê de got, "Em bibin yek û dîktatoriya Erdogan hilweşînin."

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahsun Îşlek (Çiyager Serhat) li navçeya Kopê ya Mûşê ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin. Bav Alî Îşlek di merasîmê de got, "Em bibin yek û dîktatoriya Erdogan hilweşînin."

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahsun Îşlek (Çiyager Serhat) li bajaroka Lîzê ya Kopê ji aliyê deh hezaran kesan ve hat definkirin. Malbatê piştî cenaze ji Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîkê wergirt, bi tevlîbûna rêveberên DBP'ê cenaze anîn Bajaroka Lîzê ya Kopê. Di merasîma cenaze ya Mizgefta Yenî ya Lizê de Wekîlê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim, endam û rêveberên HDP û DBP'ê, MEYA-DER, Hevşaredar jî di nav de bi deh hezaran kes amade bûn. Li pêş mizgeftê Wekîlê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim, diyar kir ku di roja cejnê de jî agir dixin mala Kurdan û Kurd wê teqez hesap ji wan bipirsin. Yildirim, da zanîn ku berpirsiyarê xwîna ku 2 meh in dirije Erdogan e û di van mehan de bi sedan ciwanên Kurd û Tirk hatin definkirin. Yildirim, anî ziman ku şehîd paşeroj û pêşeroja wan in, wê li nirxen şehîdên xwe xwedî derkevin û hesap ji berpirsiyaran bipirsin.

'EM BIBIN YEK DÎKTATORIYA ERDOGAN HILWEŞÎNIN'

Bavê gerîlayê HPG'ê Îşlek, Alî Îşlek jî anî ziman ku ew êşa wan ti carî ji bîr nakin û wiha got: "Gelê Kurd heta niha bi deh hezaran zarokên xwe di berdêla azadiyê de spartin axê. Niha jî bi dehan ciwan tên definkirin. Li her derê Kurdistanê şehîd tên oxirkirin. Em dixwazin ev şehîde dawî be em defin bikin. Em li dijî zilmê bibin yek, dawî li komkujiyê bînin. Em bibin yek dawî li dîktatoriya Erdogan bînin. Bila serê gelê Kurd û Tirk sax be. Dayika gerîlayê HPG'ê Şadiye Îşlek jî xwest Qesra Erdogan bi ser Erdogan û zilma wî de hilweşe dawî li vî şerî bê.

Piştî axaftinan girseyê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îşlek bi ala PKK'ê pêça û li ser milan heta goristanê meşiyan. Girseyê di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayê HPG'ê Îşlek bilind kir û dirûşmên, "PKK gel e, gel li vir e" û "Lêxe gerîla lêxe Kurdistanê rizgar bike" û "Bijî Serok Apo" berz kir. Cenazeyê Îşlek bi merasîmê spartin axê û piştî spartin axê rêz girtin û belav bûn.