Li Bismilê zarokeke 8 salî hat qetilkirin

Li Bismilê piştî qedexeya derketina derve polîs ketin nav hewldanên komkujiyê. Li Taxa Avaşînê polîsan gel gulebaran kirin û bombe avêtin mala malbata Şîmşek. Ji ber teqîna bombeyê zaroka bi navê Elîf Şîmşek (8) jiyana xwe ji dest da.

Li Bismilê piştî qedexeya derketina derve polîs ketin nav hewldanên komkujiyê. Li Taxa Avaşînê polîsan gel gulebaran kirin û bombe avêtin mala malbata Şîmşek. Ji ber teqîna bombeyê zaroka bi navê Elîf Şîmşek (8) jiyana xwe ji dest da ji heman malbatê 5 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Bismil a Amedê, piştî biryara qedexeya derketina derve, polîs û leşkeran taxên Avaşîn, Rojava û Zapê dorpêç kirin û gel gulebaran kirin. Hate ragihandin ku, li taxan sekvanên ku li cihên bilind hatine bicihkirin welatiyan gulebaran dikin. Polîsan li Taxa Avaşîn bombe avêtin mala malbata Şîmşek. Di encama teqîna bombeyê de zaroka bi navê Elîf Şîmşek (8) hate qetilkirin û Pelda, Avaşîn, Bedîa, Ahmet û Mehmet Şîmşek jî birîndar bûn. 

Hate zanîn Ahmet, Mehmet û Pelda Şîmşek rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, Bedîa û Avaşîn Şîmşek jî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Elîf Şîmşek a ku hate qetilkirin jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.

Hate ragihandin ku polîsên tax dorpêç kirine bênavber derdor gulebaran dikin û hejmarek zêde birîndar hene.