Elîf a 8 salî ya ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin hat veşartin

Elîf Şîmşek a 8 salî ya li Bismilê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê Elîf Şîmşek a 8 salî ya ji ber roketa polîsan li mala wan a li taxa Avaşîn a navçeya Bismilê ket jiyana xwe ji dest da, li gundê Kopeklî ji aliyê bi hezaran kesan ve bi merasîmekê hat veşartin.

Piştî otopsiyê malbatê cenazeyê Elîf Şîmşek danê sibehê ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl wergirt û bir navçeya Bismilê.

Girseya gel ku parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Firat Anli, Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, Hevşaredarên Navçeyê, Hevserokên DBP û HDP'ê yên Navçeyê jî di nav de bû, bi konvoyeke ji sedan wesayîtan cenazeyê Elîf Şîmşek anî gundê Kopeklî.

Cenazeyê Şîmşek li ber gora bavê xwe ya di sala 2009'an de di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin. Di dema veşartina cenaze de xizmên Şîmşek krîz derbas kirin û ji ser hişê xwe çûn.

Apê Şîmşek Alî Şîmşek ku di heman demê de Hevserokê DBP'ê ye, li merasîmê axivî û got, "Em, komkujiyên hikûmeta AKP'ê yên ji bo desthilatdarî û dîktatoriya xwe dike, bi tundî şermezar dikin. Em ê yên ku rê li ber mirina zarokên me, mirovên me vedikin heta dawiyê şermezar bikin. Em vê polîtîka û şerê qirêj lanet dikin." Şîmşek spasiyên xwe pêşkêşî beşdarên merasîmê kir.

Hat ragihandin ku konê serxweşiyê wê li navenda navçeya Bismilê bê vedan.