Gora gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan), a li Gimgimê di şer de birîndar bû û bi îşkenceyê hat înfazkirin, bi girseyî hat ziyaretkirin.
ANF
WAN
yekşem, 27 rezberê 2015, 15:59
Gora gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan), a li Gimgimê di şer de birîndar bû û bi îşkenceyê hat înfazkirin, bi girseyî hat ziyaretkirin.
Rêxistina DBP û HDP'ê ya Wanê, gorên gerîlayên PKK'ê ziyaret kirin. Heyeta HDP û DBP'ê di çarçoveya ziyareta goristanan de, gora gerîlaya YJA-Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) ku di şer de birîndar bû û bi îşkenceyê hat înfazkirin ziyaret kir. Di ziyareta li Goristana Yenîmahalleyê de li gel malbata Elturk, Wekîlên HDP, aktîvîstên KJA, rêveberên DBP û HDP'ê, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. Komê bi pankarta "Em ê bi ruhê Ekîn Wan berxwedanê bilind bikin, jiyana azad ava bikin" û dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Rêheval Ekîn nemir e" meşiyan gorê. Di ziyaretê de Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva, diyar kir ku dewlet şerekî qirêj dide destpêkirin, lê gelê Kurd her dem aştiyê dixwaze û wê her dem di aştiyê de israr bike. Hayva, anî ziman ku ew ê her dem di rêya şehîdan de bimeşin.
Wekîla HDP'ê ya Wanê Tuba Hezer jî helwesta dewletê ya li hemberî goran şermezar kir û da zanîn ku ti hurmeta dewletê ya li hemberî goristanan nemaye. Hezer, anî ziman ku îşkence li cenazeyê Ekîn kirin û teşhîr kirin, lê dîsa wan got aştî. Piştî axaftin û dûayan heyet ji goristanê veqetiya.