Li Kurdistanê polên dibistanan vala man

Li ser banga KCD'ê ya ji bo bal bikşînin ser perwerdeya zimanê zikmakî hefteyek dibistan bên boykotkirin, li tevahiya dibistanên bajar û navçeyên Kurdistanê zengil bêyî xwendekaran lê ket.

Li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a ji bo bal bikşînin ser perwerdeya zimanê zikmakî hefteyek dibistan bên boykotkirin, di serî de Amed, bajar û navçeyên Kurdistanê di asta bilind de tevlî biryarê bûn.

NISÊBÎN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk û TZP Kurdî ya ji bo ku mafê zimanê zikmakî yê Kurdî bê nasîn malbat û xwendekaran biryara hefteyek perwerdeya dibistanên Tirk bên boykotkirin stend û kes neçû dibistanan. Di serî de dibistanên li taxên Kişla, Bariş, Devrîm, Firat, Dîcle, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û li hemû dibistanên navçeyê dibistan hatin boykotkirin û kes neçû dibistanan. Balkêş bû ku polên dibistanan vala mane û kes li hewşê dibistanan jî bêdengî serdest e. Di her dersê de zengilên dibistanan vala lêdixin û ji bilî mamosteyan ti kes li dibistanan nîne.

‘PERWERDEYA WAN ZILM Û NEHEQÎ YE’

Têkildarî boykota dibistanan dayika bi navê Hacer Afşîn diyar kir ku li dibistanên Tirk ti nirx nadin wan û ji ber vî awayî zarokên xwe naşînin dibistanan û got ku ji ber ku rûmeta gelekî tê tinekiririn ew jî dibistanan boykot dikin. Afşîn destnîşan kir ku ew ne mecbûr in biçin li dibistanên Tirk perwerdeya Tirk fêr bibin û wiha got: “Em welatê xwe yê xweser dixwazin. Wê me bi zorê bikin Tirk. Bi perwerdeya xwe jî zilm û neheqiyê li me dikin. Em nabin Tirk. Em bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê dixwazin. Eger ku li dibistanan perwerdeya Kurdî hebûya me yê dibistanan boykot nekira û zarokên xwe bişanda dibistanan.”

ZAROKÊN NISÊBÎNÎ DAXWAZA ZIMANÊ XWE KIRIN

Xwendekarê bi navê Azad Yilmaz (13) jî anî ziman ku ew di çarçoveya boykota dibistanan de naçe dibistanê û got “Ez bi zimanê xwe perwerdeyê dixwazim. Ji ber wê ez naçim dibistanê.”

Xwendekara bi navê Rojîn Karakuş jî da zanîn ku ew li dibistanên Tirk tenê tên pişaftin û got ku ew bi zimanê Tirkî baş ji dersan fêm nakin. Karakuş diyar kir ku ew li ser axa xwe dixwazin bi zimanê dayika xwe perwedeyê bibînin û got ku ew heta ku bi zimanê Tirkî perwedeyê bidin wan ew jî dibistanên Tirk nas nakin û wê boykotan bikin.

AMED

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê der barê boykota dibistanan ya ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî li avahiya Meclîsê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li salona civînê ya avahiya meclîsa dayikan pêk hat û gelek dayikên aştiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê dayikan, Naîme Urun axivî û bang li hemû welatiyan kir ku piştgiriyê bidin boykotê û wiha got: "Hebûna me zimanê me ye. Ne nasnameya me heye û ne hebûna me tê qebûlkirin. Divê gelê me piştgiriyê bidin çalakiya boykotê û dibistanên Tirkî vala bihêlin."

'EM MAFÊ XWE YA XWEZAYÎ DIXWAZIN'

Urun destnîşan kir ku tekoşîna gelê Kurd bi tevahî ji bo zimanê wan e û wiha berdewam kir: "Em dibêjin bila hemî kes di malê xwe de û di hemû beşên jiyanê de bi zimanê xwe biaxivin. Divê tevahiya dayikan zarokên xwe bişînin dibistanên Kurdî. Tevahiya mirovên cihanê bi zimanên xwe diaxivin, lê yên me hîn bi zimanê xwe nikarin perwerdehiyê bibînin û vî tiştî di jiyana xwe de nikarin bidin runiştandin. 40 mîlyon Kurd di cihanê de dijîn, lê nahêlin ev gel bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne û zimanê wan tê qedexekirin. Em wekî hemî mirovên cihanê mafê xwe û perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin."

PEYAS

Xwendekarên Kurdistanê, li ser banga KCD'ê dê hefteyekê neçin dibistanan. Di roja ewil ya hefteya boykotê de tevlîbûna dersan kêm çêbû. Xwendekarên Dibistana Elîf Lîvan ya Peyas a Amedê bi tevlîbûnek xurt piştgirî dan boykota dibistanan û bi pratîka xwe, xwesteka xwe ya perwerdeya zimanê zikmakî anîn ziman.

YENÎŞEHÎR

Li navçeya Yenîşehîr a Amedê jî gel li ser banga KCD'ê zarokên xwe neşandin dibistanan. Dibistanên seretayî yên wek e 5 Nîsan, Înonu û Yenîşehîrê hema bibêje bi temamê dibistanan xwendekar neçûn dibistanan, pol û hewşiyên dibistanan vala hiştin. Dîsa xwendekarên neçûne dibistanan di nava kuçeyan û parqan de lîstikên xwe dilîzin û jiyana xwe ya rojane didomîn in.

REZAN

Li navçeya Rezan di asta bilind de tevlî bangewaziya boyqotê hat kirin. Rezan ku di Amedê de navçeya herî qelabalixe di dibistanên wek e dibistanên seretayî yên Yenî Nuket û Coşkun Akyol, Huseyîn Ulu, Dibistana Navîn a Kazim Karabekîr, bi tevahî dibistanan de xwendekar neçûn dibistanan û di asteke bilind de tevlî biryara boykotê bûn.

Sultan Karakûzû (56) ku li ber Dibistana Seretayî ya Huseyîn Ulu dikandariyê dike diyar kir ku nêzîkahiya dewletê ya zimanê Kurdî li vir ji hêla gelan ve nayê qebûl kirin. Karakûzû, da zanîn ku îro bi destpêkirina dibistanan re ev dibistana teniştê tu malbat û xwendekar neçûne û wiha got: "Di zimanê Kurdî de divê jiyaneke azad hebe. Îro jî tê fêmkirin ku hemû Kurd bi zimanê xwe perwerdeyê dixwazin. Ji ber perwerdehiya zimanê zikmakî nayê dayîn li Rezanê kes zarokên xwe naxwaze bişîne dibistanê."

FARQÎN

Li navçeya Farqînê jî li ser banga boyqotkirina dibistanan, gel dibistanan vala hiştin. Di tevahiya navçeyê de ku hemwelatiyan zarokên xwe neşandin dibistanan û vala hiştin, balkêş e ku tenê mamosteyên ku nû hatine tayînkirin hatine dibistanan. Lîseya Anadoluya Malabadî ku li taxa Baglarê ye û hezar û 50 xwendekarên wê heye hemû maseyên polan vala ye, li hin dibistanan jî hat dîtin ku tenê çend xwendekar li hewşiyê gogê dilîzin.

DÊRSIM

Li Dêrsimê jî îro sala perwerdehiyê zingila waneyan bê xwendekar lê ket. Hema bibêje bi tevahiya bajêr gel zarokên xwe neşandin dibistanan û tevlî biryara boykotkirinê bûn.

ŞIRNEX

Li herêma Botan jî di asteke bilind de tevlî biryara hefteyek boyqotkirina dibistanan bû. Gelên Şirnex, Cizîrê, Silopî, Hezex, Qileban û Elkê daxwaza xwe ya perwerdehiya zimanê zikmakî ya ku bi salane bi berxwedaneke bêhempa tînin ziman, îro jî bi tevlîbûna biryara boyqotkirinê anî ziman. Li Cizîrê, Silopî hemwelatiyan ku diyar kirin ku perwerdehiya zimanê zikmakî mafeke bingehîn e û divê zarokên wan jî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîn e.

Li navçeya Silopî ku bi temamê dibistanan vala hatiye hiştin, xwendekarê bi navê Îslam Uysal (14) ku diyar kir dê ew îsal diçe pola 8'emîn, da zanîn ku ew perwerdehiya xwe dixwazin ji bo vê bînin ziman jî ew jî tevlî boykotê dibin. Ji zarokan Halît Uygun jî destnîşan kir ku divê zarokên Kurd perwerdeya zimanê xwe bixwînin, lewra perwerdehiya zimanê zikmakî mafeke xwezayî ye. Uygun wiha got: "Hemû mirovên di cîhanê de bi zimanê xwe diaxivin û perwerdehiya xwe dibînin. Lê heta niha jî zimanê me ji me re qedexe dikin. Em vê yekê qebûl nakin."

SÊRT

Li Sêrtê jî hat dîtin ku piraniya xwendekar tevlî biryara boykotkirinê bûne. Bi lîseyan re dibistanên li taxên Bariş, Dogan, Algul, Ulus, Înonu, Conkbayir, Çal, Alan, Affet, Veysel Karanî, Domlupinar û Tinaztepe de hatine boyqotkirin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê jî xwendekaran 50 dibistanên bajar vala hiştin. Hevserokê Egîtîm Senê yê Colemêrgê Suleyman Aşkan diyar kir ku rêjeya xwendekarên tevlî boykotê bûn zêde ye û hemû dibistan vala man.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî wekî her sal îsa jî dibistan vala bûn. Li navçeyê hemû dibistan vala man. Li hin dibistanan mamoste ji bo piştgiriyê bidin boykotê neçûn dibistanan. Li hin dibistanan mamoste ji bo piştgiriyê bidin boykotê neçûn dibistanan.

ŞEMZÎNAN

Li navçeya Şemzînanê jî hemû dibistan vala man û mamoste bêyî xwendekaran li polên vala ders dan.

WAN

Li Wanê hemû polên dibistanên serertayî, navîn, lîse û zanîngeh ji hêla xwendekaran ve hatin boykotkirin. Rayedarên dibistanan polên vala wekî derkefetê bi kar anîn û pêwîstiyên kêm ên polan bi cih anîn. Ji ber poö vala bûn mamosteyan dest bi perwerdehiyê nekirin.

Kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ji ber boykota dersan vala bû. Li gelek fakulteyan pol val bûn û xwendakar dê hefeteykê pwerdehiyê boykot bikin.