Ji bo şervanê YPG’ê Piling mewlûd hat xwendin

Ji bo şervanê YPG’ê Mazlûm Hayrî Yildirim (Mahîr Piling) yê ku li navçeya Mebrûka ya Serêkaniyê di şerê dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Qerxebazara Kanîreşa Çewlikê mewlûd hate dayîn.

Ji bo şervanê YPG’ê Mazlûm Hayrî Yildirim (Mahîr Piling) yê ku di 22’ê Îlona 2014’an de li navçeya Mebrûka ya Serêkaniyê di şerê dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji destdabû, li gundê Qerxebazara Kanîreşa Çewlikê mewlûd hate dayîn. Di mewlûdê de Hevserok û endamên DBP û HDP’ê yên Çewlik û Kanîreşê, MEYA-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan kes amade bûn. 

Li qada mewlûdê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pêşengên PKK’ê û şervanên YPG’ê yên ku di berxwedana Rojava’de jiyana xwe ji destdabûn, alên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê hatin daliqandin. Di mewlûdê de ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi sirûda “Çerxa Şoreşê” rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê mewlûd ji aliyên meleyên MEYA-DER’ê ve kurdî hate xwendin.

Di mewlûdê bavê şervanê YPG’ê Mazlûm Hayrî Yildirim (Mahîr Piling), Selîm Yildirim axivî û diyar kir ku  Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd di saya serê têkoşerên kurd e gihaye asta serketinê. Yildirim got ku heya dilopek xwîna wan a dawiyê wê şopdarên şehîdan bin û ala wan bilind bikin. Piştî axaftina Yildirim, li sînevîzyonê hate temaşekirin.

Piştî sînevîzyonê welatiyan bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bê serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê", "Bijî berxwedana HPG’ê", "PKK gel e gel li vir e" û "Kujer Erdogan" hatin berzkirin.

...