Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Taş bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Onûr Taş (Serhad Ronî) ê di dema êrîşên li hemberî "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Onûr Taş (Serhad Ronî) ê di operasyona 17-18'ê Îlonê ya li qada "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" ya li navçeya Mûş Gimgimê jiyana xwe ji dest da, li gundê Qelecix ê Gimgimê ji aliyê bi hezaran Kurdistaniyan ve bi merasîmekê hat veşartin. Cenazeyê Taş, li bajarokê Ziyaretê yê li ser rêya Mûş û Çewlikê bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin.

Girseya gel, ku di nav de parlamenterên HDP'ê, Hevşaredarên Gimgimê, rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER'ê jî di nav de bûn, da dû wesayîta cenaze tê de û berê xwe da navenda navçeyê. Konsoya ji sedan wesayîtan, li rêgeha jê derbas dibû bi tilîlî û dirûşmeyan hat silavkirin.

Li navenda navçeyê jî dikan nehatin vekirin û girseya gel a li kêleka rê kom bû, cenaze silav kir û tevlî konvoyê bû. Konvoya cenaze li pêş gund jî ji aliyê bi hezaran kesî ve bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin. Darbesta Taş di destpêkê de birin mala malbata wî. Dûre girseya gel darbest hilgirt ser milan û bi vekirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK û HPG'ê re ber bi goristana gund ve meşiya.

Li goristanê, deqeyek rêz hat girtin û piştî xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" cenazeyê gerîlayê HPG'ê Taş hat veşartin.

Piştî veşartina cenaze bav Denîz Taş peyivî û got, "Daxwazeke bi tenê ya kurê min hebû; Rojekê bi kincê gerîlayê HPG'ê ji bo Kurdistanê têbikoşe û şehîd bikeve. Ev daxwaza wî bi cih hat. Dema êrîşan destpê kir, ji ber ku ew nû bû, hevalên wî jê xwestine ku ji qada bomberdûmanê derkeve, lê wî ji hevalên xwe re gotiye, 'Ez dest ji hevalê xwe û têkoşînê bernadim, ez ê li cem hevalên xwe têbikoşim û ji bo têkoşîna xwe şehîd bikevim'. Bi vî rengî hevalê xwe neterikandiye. Û wasiyeta wî jî îro pêk hat. Ew şehîdê Kurd û Kurdistanê ye."

Namzetê HDP'ê yê Parlamenteriyê yê Mûşê Nîmet Sezgîn jî da xuyakirin ku zarokên Kurd û Tirk di şer de jiyana xwe ji dest didin, Serokkomar Erdogan û hevalbendên wî jî mizgeft û malên cem hildiweşînin. Sezgîn got, "Feraseteke ku êrîşê gorê dike, êrîşî miriyan dike, bi ti awayî hurmetê ji zindiyan re nîşan nade. Ji ber vê yekê divê em ji bo aştiyê li dijî vê feraseta zalim, bi hev re têbikoş in. Em aştiyê dixwazin lê ew şer ferz dikin. Ji bo mirov nemirin, di her firsendê de em ê bibin mertalên zindî û ji bo aştiyê têbikoş in. Em ê feraseta AKP'ê biavêjin ser sergoyê dîrokê."

Girseya gel piştre ji malbata Taş re sersaxî xwest û ji gund derket.