BI DÎMEN

Rêya Çelê-Colemêrg ji 10'ê Tebaxê ve di bin kontrola gerîla de ye

Ji 10'ê Tebaxê û vir ve rêya Çelê-Colemêrgê di bin kontrola gerîlayên HPG û YJA Starê de ye.

Ji 10'ê Tebaxê û vir ve rêya Çelê-Colemêrgê di bin kontrola gerîlayên HPG û YJA Starê de ye. Gerîlayên ji ANF'ê re axivîn gotin, "Zêdeyî meheke ev rê di bin kontrola me de ye. Ji bo ku dijmin nekeve Colemêrgê, em rê kontrol dikin. Heval li qadên pêwîst bi cih bûne."

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji 10'ê Tebaxê û vir ve rêya Çelê-Colemêrgê kontrol dikin. Li ser vê rê, veguhastina leşkerî nayê kirin. Leşkerên Tirk ji bo rê bixin bin kontroal xwe êrîş kirin, lê belê li pêşberî berxwedana gerîla neçar man xwe vekişînin. Her wiha hewl dan bi helîkopterên bi tîpa Skorsky heremê kontrol bike, lê ev hewldan jî bê encam ma.

'AMADEKARIYÊN ME HENE'

Ji gerîlayên HPG'ê yên rê kontrol dikin Kamûran Teyrêbaz got, "Ev rê rêya Çelê-Colemêrgê ye. Beriya 29 rojan dijmin ev rê gelekî bi kar dianî. Ji vir diçû û dihat." Teyrêbaz anî ziman ku ji 10'ê Tebaxê û vir ve rê di bin kontrola gerîlayên HPG û YJA Starê de ye û got, "Li ser vê rê, ne ji hewa ne jî ji bejahî ve ti tevgera dijmin nîne. Rol bi temamî di destê gerîla de ye. Li hemberî dijmin amadekariyên me hene. Carek du caran hewl dan êrîş bikin. Hevalan bi derbên bi bandor li wan dan. Ev çalakiya me ya kontrolkirina rê wê demeke dirêj bidome."

'BERXWEDANA ME WÊ DEWAM BIKE'

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Koçer a da xuyakirin ku ji bo artêşa Tirk neçe û neyê, ew rê kontrol dikin. Koçer da zanîn ku gerîla li her derê bi cih bûne û got, "Cihê dijmin lê tev bigere, nemaye. Dema di destpêkê de me rê girtin, dijmin di ber me re derbas dibû, lê em nedidît. Amadekariyên me hene û dewam dikin. Yanî niha dijmin bi ti awayî derbas nabe. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em li pişt gelê xwe ne û li pêşiya wan bi fedekarî şer dikin."

'ARMANCA ME TEVIZANDINA DIJMIN E'

Gerîlaya YJA Starê Hebûn Sûrûç jî got, "Bi kontrolkirina rê re me pêşî li veguhastin, çûn û hatina dijmin girtin. Çûn û hatina leşkerî, qet nemaye. Ji bilî çûn û hatina sivîlan, ti tevger nîne. Armanca me tevizandina dijmin û serdestiya li qadê ye. Em vê yekê bi kontrolkirina rê didomînin. Weke hêza YJA Starê em tevahiya hêza xwe bi awayekî fedaî ji bo gelê xwe feda dikin. Dixwazin çavê gelê me bitirsînin û li nava malan rabigirin. Bila gelê me sekna xwe ya têkoşer a li hemberî vê yekê bidomîne."