'Li gor rêgezên NY AKP’ê li Cizîrê sûcê şer kir!'
Komîsyona ji saziyên sivîl ên civakî pêk tê ji bo lêkolînê bikin çûn navçeya Cizîrê ku 9 rojan ji hêla tîmên taybet ve hatibû dorpêçkirin û 21 welatiyên lê hatibûn qetilkirin.
Komîsyona ji saziyên sivîl ên civakî pêk tê ji bo lêkolînê bikin çûn navçeya Cizîrê ku 9 rojan ji hêla tîmên taybet ve hatibû dorpêçkirin û 21 welatiyên lê hatibûn qetilkirin.
Komîsyona ji saziyên sivîl ên civakî pêk tê ji bo lêkolînê bikin çûn navçeya Cizîrê ku 9 rojan ji hêla tîmên taybet ve hatibû dorpêçkirin û 21 welatiyên lê hatibûn qetilkirin. Endamên komîsyonê ragihandin ku pêkanînên li ser Cizîrê hatin meşandin li gorî rêgezên Neteweyên Yekbûyî (NY) sûc e û da zanîn ku heta niha der barê bûyerên li Cizîrê de lêpirsînek jî nehatiye destpêkirin. Endamên komîsyonê anî ziman ku ew ê giliyê berpirsyaran bikin.
Saziyên sivîl û civakî ji bo li navçeya Cizîrê ya li ser fermana Walîtiya Şirnexê 9 rojan rewşa awarte pêk anîn û 21 welatî ji hêla polîsan ve hatin qetilkirin lêkolîn bikin komîsyonek ava kirin. Komîsyon der barê pêkanînên 12 rojan li ser Cizîrê hatin meşandin lêkolîn kirin û der barê lêkolîna xwe de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî bi tevlîbûna Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Hiquqnasên Mezopotamyayê (MHD), Baroya Şirnexê, Şaredariya Cizîrê, Odeya Tabîbên Cizîrê, ÎHD, TMMOB û gelek nûnerên saziyên sivîl li salona civînê ya Şaredariya Cizîrê hat dayîn.
'SÛCÊ ŞER KIRIN'
Ji parêzerên Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz di daxuyaniyê de axivî û got ku biryara qedexekirina derketina derve li derveyî hiqûqê ye û anî ziman ku wan giliyê Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su kirine. Dîlsîz da zanîn ku di rojên ku qedexeya derketina derve berdewam kir de bûyerên der hiqûqî pêk hatine û got ku li navçeya ku 120 hezar kes lê dijîn hemû zirar dîtine.
Dîlsîz bilêv kir ku li hemberî taxên Nûr, Yasef, Cûdî û Sûrê yên Cizîrê çekên giran bi kar anîne û hemû mal zirar dîtine. Dîlsîz daxuaynd ku di êrîşan de 21 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 100 welatî jî birîndar bûne. Dîlsîz anî ziman ku pêkanînên li Cizîrê hatin meşandin li derveyî rêgezên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye û got ku ev pêkanînên sûcê şer e.
'XIZMETA TENDIRUSTİYÊ HAT ASTENGKIRIN'
Ji doktorên Odeya Tabîbên Şirnexê Serdar Kunî jî got ku xizmeta tenduristiyê hat astengkirin û ev tişt anî ziman: "Di pêvajoya 9 rojên derketina derve qedexe bû de xizmeta tendurstiyê ya gel asteng kirin. Polîsan nexweşxane dorpêç kirin û di hundirê avahiyê û ser avahiyê sekvan bi cih kirin. Polîs bi zanebûn nehiştin ambulans nexweşan bibe. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ku rojê 600 welatî tên wir, di 9 rojên derketina derve qedexe bû de tenê 224 kes hatin nexweşxaneyê. Jinên ducanî yên ku nikarîbûn bînin nexweşxaneyê di nava şert û mercên nebaş de li malan zarokên xwe anîn dinyayê. Nêzî 70 nexweşên diyalîzê nehatin kontrolkirin. Nexweşxaneyên taybet û 8 Navendên Tenduristiya Malbatê girtî man."
Nûnerê ÎHD'ê yê Cizîrê Abdulkerîm Pusat di nava cihên ku zirar dîtine de dibistan û mizgeft jî hene û wv tişt anî ziman: "50-60 mal ji ber êrîşan hatiye asta ku neyên bikaranîn."
'LÊPIRSÎN NEHATIYE DESTPÊKIRIN'
Endama OHD'ê Newroz Uysal jî got ku wan nikarîbû xwe bigihînin Cizîrê û anî ziman ku dozgerî ligel ewqas dem di ser bûyerên Cizîrê de derbasbûye jî hêj lêpirsîn nedaye destpêkirin û wiha axivî: "Ligel ku bi rojan e lêpirsîn nehatiye destpêkirin bi rojan e em delîlan kom dikin. Dozgerî ekîbek ku li cihê bûyerê lêkolînê bike jî neşandiye. Me hemû avahiyên ku zirar dîtine bi belge kiriye."
Uysal bilêv kir ku ew ê der barê giliyê berpirsyarên welatî kuştin û birîndar kirine bikin û wiha pê de çû: "Em ê der barê mexdûriyeta ku xetên telefonê hatin girtin de jî giliyê berpirsyaran bikin. Ji ber ku beryara qedexeya derketina derve li dijî mafên bingehîn ê mirovan e em ê serî li Makeqanûnê bidin."
Endamên komîsyonê bi rojan li Cizîrê lêkolîn kirin û ragihandin ku ew ê der barê lêkolîna xwe de raporeke berfireh amade bikin û sibe li Amedê ji raya giştî re aşkera bikin.