BI DÎMEN

Dîmenên çalakiya gerîlayan a 13’ê Îlonê li Şirnexê pêk hat

Dîmenên çalakiya 13’ê Îlonê saet 05.00 gerîlayên HPG’ê li hemberî qereqola polîsan a di ketinaŞirnexê de ye pêk anîn, derketin holê.

Dîmenên çalakiya 13’ê Îlonê saet 05.00 gerîlayên HPG’ê li hemberî  qereqola polîsan a di ketinaŞirnexê de ye pêk anîn, derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin gerîla piştî teqînê demeke dirrêj bi çekên ferdî û giran li qereqolê didin. Di çalakiyê de 33 polîs hatibûn kuştin.

Dîmenên çalakiya ku Bavenda Çapemenî û Rahihandinê ya HPG’ê encamên wê bi raya giştî re parve kiribû, hemû detayan nîşan dide. Di çalakiya li hemberî qereqola polîsan a di ketina Şirnexê de gerîllayên HPG’ê bi çekên ferdî û giran, li qereqolê, nizamiyeyê û nuqteyên kombûnê didin. Hêzên gerîlayan paşê di wesayîta li pêşiya nizamiyeyê bi cih kirine ya bi teqemeniyeke zêde diteqînin. Piştî teqînê nizamiye, kuleya kontrolê, nuqteya polîsan û panzerek îmha dibin. Panzerek jî darbeyeke mezin dixwe.

Gerîla piştî teqînê bi çekên ferdî û giran demeke dirêj li nuqteyên polîsan didin û paşê vedikişin. Gerîla helîkopterên Kobra yên hewl didin mudaxeleyê bûyerê bikin dikin hedef, li vir kobrayek derb dixwe û vedikişe. 

Piştî çalakiyê jî hejmarek zêde ambulans û wesayîtên zirxî tên, mirî û birîndarên xwe kom dikin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku di çalakiyê de 33 polîs hatibûn kuştin û 5 gerîlayên wan jî piştî çalakiyê di êrîşên helîkopterên Kobrayê de jiyana xwe ji dest dane.

Di dîmenan de fermandarê komê Serdem Pîran (Haci Alturk) piştî çalakiyê jiyana xwe ji dest dabû, axaftinek kurt dike. Di axaftina xwe de fermandarê komê Serdem Pîran dibêje: “Em dikevin pêvajoyek pêngaveke nû ya şoreşgerî ya Pêngava Şehîd Gelhat. Ji ber vê jî em ji dil û can tevlî vê pêngavê dibin. Çi dibe bile bibe ez xwedî şans im di vê pêngavê de wek pêşeng û ez di vê pêvajoyê de hem wekî şexs hem jî wekî kom cih digirim. Ji ber vê jî ez ji hemû hevalan re serketinê dixwazim.”