Leşkerên Tirk îşkenceya li cenazeyê gerîla kirine di tevna civakî de weşandin

Li gundê Karabaş a girêdayî navçeya Qamûşan a Qersê, leşkerên Tirk ben avêtin stûyê gerîlayê HPG'ê yê jiyana xwe ji dest da, wêneyê wî kişandine û di medyaya civakî de parve kirin.

Li gundê Karabaş a girêdayî navçeya Qamûşan a Qersê, leşkerên Tirk ben avêtin stûyê gerîlayê HPG'ê yê jiyana xwe ji dest da, wêneyê wî kişandine û di medyaya civakî de parve kirin.

Li gundê Karabaş a girêdayî navçeya Qamuşan a Qersê di şerê ku tê gotin 20'ê Îlonê derketiye, wêneyê gerîlayê HPG'ê yê jiyana xwe ji dest daye di medyaya civakî de hatiye parvekirin. Leşkerên ku hatine cihê bûyerê ben kirine stûyê gerîlayê jiyana xwe ji dest daye û piştre jî wêneyê wî kişandine. Du leşkerên ku tê diyarkirin bi rûtbe ne, bi cenazeyê gerîlayê HPG'ê re poz dane û tê dîtin ku dikenin. Çavkaniyên herêmî wehşeta ku hatiye jiyîn piştrast dikin, cenazeyê gerîlayê HPG'yî yê jiyana xwe ji dest daye jî ji bo otopsiyê birine Saziya Tîpa Edlî ya Erziromê.

...