KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîsan li Nisêbînê belavkarê rojnameyê bi giranî birîndar kirin
Li navçeya Nisêbînê polîsan êrîşî pîrozbahiya Xwerêveberiyê kirin. Polîsan di êrîşê de belavkarê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Seyithan Demîr bi bombeya gazê ji serê wî de bi giranî birîndar kir. -
Gerîlayê HPG’ê nas ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Polîsan li Sêrtê êrîşî merasîma cenazeyê HPG'ê Ferhat Nas kir. Polîsan bombeyên gazê, ava şid û guleyên rastî avêt girseyê. Girseya ku astengiyên polîsan rakirin, cenaze defin kirin. -
Polîsan êrîşî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG’ê Nas kirin
Polîsan li Sêrtê êrîşî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferhat Nas kir. Polîsan bombeyên gazê, ava şid û guleyên rastîn avêt girsê. Girsê jî bersiv da polîsan û polîs paşve kişiyan. -
Elewiyan Cizîrê ziyaret kirin
Pêşeng û pîrên Elewî ji bo piştevaniyê çûn Cizîrê û ji bo aştiyê bi malbatên welatiyên hatin qetilkirin re ketin milên hev. Pîrê Elewiyan Alî Soysuren got ku werin li hemberî zilmê bi gelê Cizîrê re bin. -
Ji bo şervanê YPG’ê Bulbul merasîm
Ji bo şervanê YPG'ê Riza Bulbul (Raşît Harun) ku li Kantona Cizîrê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da, li Qereyaziyê ye merasîma cenazeyê hate lidarxistin. -
Gerîlayan li Tendurekê helîkoptera Kobra xistin
HPG'ê diyar kir, ku di operasyona artêşa Tirk a 17'ê Îlonê ya li çiyayê Tendurekê de, di encama derbên gerîla yên bi çekên giran de helîkoptereke êrîşê ya bi tîpa Kobra hatiye xistin û du pîlotên tê de mirin e. -
Gerîlayê HPG’ê Siyahtaş ber bi Êlihê ve hat oxirkirin
Gerîllayê HPG'ê Ersîn Siyahtaş (Bawer Reşkotî) ku li gundê Engesor a Tetwanê di encama kêmîna cerdevanan di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da piştî merasîma li Şehîdgeha Xerzanê, ber bi Êlihê ve hate oxirkirin. -
Artêşa Tirk qadên gerîla bombe dike
Tevgera hewayî û bomberdûmana artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. -
Gerîlayan helîkoptera Kobra xistin
HPG: Hêzên me yên gerîla li Tendurekê helîkoptera Kobra xistin. -
Gel wê bibe mertalê zindî û biçe herêma operasyonê
Ji bo pêşî li operasyona leşkerî ya duh êvarê li Çiyayê Cûdî hat destpêkirin bigire, komek qelebalix wê bibe mertalê zindî û sibe biçe herêma operasyonê. Di nava komê de parlamenterên HDP'yî jî hene. -
Apê Mûsa li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn
Mûsa Anter (Apê Mûsa) ê di sala 1992'an de li Amedê hat qetilkirin, li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn. -
Ozen: Li dijî terora dewletê divê Elmanya zextê li Tirkiyeyê bike
Boksorê Kurd ê li Elmanyayê Îsmaîl Ozen, di hevpeyvîneke xwe a li gel kovara Der Spîegel de bal kişand ser komkujî û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd û bang li dewleta Elmanyayê kir ku zextê li rêveberiya Enqereyê bike. -
Irmak: Ev kongre di asta kongreya neteweyî de ye
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak got, "Ev kongre di asta kongreyeke neteweyî de ye ku ji çar parçeyen Kurdistanê nûner lê amade ne." -
KCK'ê peyam şand ji kongreya PYD'ê re
KCK'ê bi peyameke nivîskî, kongreya PYD'ê silav kir. -
Xwerêveberî li Kolnê hat silavkirin
Li bajarê Elmanya Kolnê, xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine îlankirin bi çalakiyekê hatin silavkirin. -
Destana berxwedana sedsala 21'an: Kobanê -4
Bi êrîşên di şeva 15'ê Îlonê de destpê kirin re li hemû eniyên Kobanê; li 35 km aliyê rojhilat, 35 km aliyê rojava, 40 km aliyê başûr şerên û pevçûnên dijwar diqewimîn. -
YPG'ê çapemeniya Tirk derewand
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyekê îdiayên hin organên çapemeniyê yên Tirk ên ku dibêjin şervanên YPG’e ji aliyê DYA ve hatine perwerdekirin û li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şer dikin, derewand. -
Êzidiyên li kampa Aştî di nava mercên zehmet de dijîn
Êzidiyên li kampa penaberan a Aştî ya li Silêmaniyeyê de, di nava şert û mercên gelekî neyînî de dijîn. Malbatên ku li binê konên ji 16 metreçargoşeyî dijîn, bi nêzîkbûna zivistanê re li benda alîkariyê ne. -
"Ji bo mirin nebin, xweza neyê talankirin em çalakiyê lidar dixin"
Mertalên Zindî yên li Çelê ji AKP'ê re gotin, "Heta hilbijartinan tu yê bêhtir qels bibe. Aştîxwazên li Tirkiyeyê wê di hibijartinê de peyameke xurt bidin AKP'ê." -
Asya Ebdullah: Berxwedana gelê me gavên avakirina pêşeroja Rojhilata Navîn e
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah di axaftina xwe ya li kongreya PYD'ê de got, "Berxwedana mezin a gelê me, gavên avakirina pêşeroja çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e." -
Gelê Geverê li dijî terora dewletê li ber xwe dide
Tîmên tevgera taybet duh careke din xwestin bi wesayîtên zirxî û çekên giran bikevin nava taxên Geverê. Gelê Geverê êrîşa polîsan şikand û nehiştin bikevin taxên wan. -
PYD kongreya xwe ya 6. lidar dixe
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşmeya "Ji Rojava ber bi Sûriyeya demokratîk ve" kongreya xwe ya 6. lidar dixe. Kongreya ku ji her çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê gelek mêvan lê amade ne, dewam dike. -
Ji bo gerîlayê ARGK'ê Ednan Dilovan li Berlînê bîranîn
Li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo gerîlayê ARGK'ê Ednan Dilovan ê di sala 1995'an de li Oremarê jiyana xwe ji dest da, merasîma serxweşiyê hat lidarxistin. -
Ya ji Emrûllah û Mûrat ma: Hezkirina mirovan
Hevaltiya wan li dibistana seretayî destpe kir. Bi demê re bûn hevrê. Banga Kobanê bihîstin û dest bi rêwîtiya xewn û xeyalan kirin. Bi bombeya DAIŞ'ê re tevlî karwanê nemiran bûn û bi hev re ketin hembêza axê. Li dû xwe başî, bedewî û însanî hiştin. -
'Ji bo azadiya Ocalan û pêkhatina aştiyê, Kurdistanî dadikevin qadan'
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bilêvkirina daxwaza azadiya wî, li Ewropayê hin rêze çalakî tên lidarxistin.