Artêşa Tirk qadên gerîla bombe dike
Tevgera hewayî û bomberdûmana artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.
Tevgera hewayî û bomberdûmana artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku tevgera balafirên şer û keşfê û bomberdûmana artêşa Tirk li qadên gerîla didomin.
Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Roja 19'ê Îlonê saet di navbera 08:00-20:00 de li herêma Qedîlê, saet di navbera 09:30-13:30 de li herêma Heftanînê, saet di navbera 09:00-16:00 de li herêma Zapê, saet di navbera 19:30-22:00 de li herêma Garê, bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hatiye kirin. Her wiha di 19-20'ê Îlonê saet di navbera 23:00-01:30 de balafirên şer li ser herêma Zapê geriyan."
ÊRÎŞA BI OBUS Û HAWANAN
HPG'ê der barê êrîşa bi obus û hawanan a li hemberî qadên gerîla de ev agahî da:
"Roja 19'ê Îlonê saet di navbera 14:30-16:00 de, alaya Garê ya li ser sînorê herêma me Xakurê, bi obus û hawanan Çiyayê Karker bomberdûman kiriye.
Roja 19'ê Îlonê saet di navbera 12:30-13:30 û 20:30-21:00 de qereqola Oremarê obus û hawan avêt qada Şehîd Gafûr, saet di navbera 15:30-16:00 de qereqola Grana jî Girê Xwedê bi obus û hawanan bombe kir.
Roja 19'ê Îlonê saet di navbera 08:00-09:00 de qereqolên Êrîş û Serê Sevê yên li ser sînorê herêma Zapê, bi obus û hawanan qadên Xeregol û gundê Zerê bombe kirin.
Ji şeva 18'ê Îlonê û pê ve, li ser girên Bayrak, Bebolkî û Çete yên li navçeya Şirnex Elkê, pêgerên hewayî yên bêmirov ên kefşê geriyan. Di heman demê de ev gir bi obus û hawanan hatin bombekirin.
Ji saet 09:30 ê 19'ê Îlonê heta saet 00:30 ê 20'ê Îlonê, qereqolên Milê Gurya û Bespînê, bi obus û hawanan li qada Girê Çolya ya Silopiyayê xistin. Ji ber bomberdûmanê li herêmê şewat derket."