'Ji bo azadiya Ocalan û pêkhatina aştiyê, Kurdistanî dadikevin qadan'
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bilêvkirina daxwaza azadiya wî, li Ewropayê hin rêze çalakî tên lidarxistin.
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bilêvkirina daxwaza azadiya wî, li Ewropayê hin rêze çalakî tên lidarxistin.
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bilêvkirina daxwaza azadiya wî, li Ewropayê hin rêze çalakî tên lidarxistin. Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê kir û got, "Di vê demê de li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Kurdistan û Tirkiyeyê pêwîstiyeke mezin bi nêrînên Rêber Apo heye. Ji bo rakirina tecrîdê, ku ev demeke dirêj e li hemberî Rêberê me tê meşandin, divê em bi xurtî tevlî çalakiyan bibin."
Çalakî û xwepêşandanên ji bo azadiya Ocalan ên bi pêşengiya Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî tên lidarxistin, wê di rojên pêş de mezintir bibin. Kurdistanî û dostên wan, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û pêkanîna azadiya wî, wê dakevin qadan û ji raya giştî ya navneteweyî bixwazin ku li hemberî rewşê bêdeng nemîne.
Dem û cihê çalakiyên bi pêşengiya Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî werin lidarxistin, bi vî rengî ye:
Di navbera 28'ê Îlonê û 2'ê Cotmehê de wê bi beşdariyeke xurt ku di nav de nûnerên saziyên siyasî hebin, li ber Parlamenta Ewropayê çalakiya greva birçîbûnê were lidarxistin.
Di roja çalakiya greva birçîbûnê were bidawîkirin yanî di 2'ê Cotmehê de wê bi pêşengiya Ciwanên Azad ji ber Parlamenta Ewropayê tûra bîsîkletan destpê bike û di 9'ê Cotmehê de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê bi dawî bibe. Ciwan wê li vê derê mîtîngekê pêk bînin û piştre dosyayek li ser daxwaza xwe ya ji bo azadiya Ocalan radestî rayedarên NY bikin.
Di roja bidawîbûna çalakiya ciwanan di 9'ê Cotmehê de wê li dora avahiya Konseya Ewropa ya li Brukselê çalakiya xeleka ji mirovan bê lidarxistin.
DI VÊ DEMÊ DE DÎLGIRTIN ÊDÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN
Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan wateya tecrîda li ser Ocalan û çalakiyên li hemberî vê tecrîdê bên lidarxistin ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir ku tecrîd û dîlgirtina ev 17 sal in di şexsê Ocalan de li ser gelê Kurd tê ferzkirin, gihaştiye asteke ku êdî nema bê qebûlkirin.
Ceylan diyar kir ku bi dîlgirtina Ocalan re hatiye xwestin ku Kurdistan, Tirkiye û tevahiya Rojhliata Navîn bê tarîkirin û destnîşan kir ku ev armanc, bi berxwedana gelan hatiye pûçkirin.
'GELÊN ROJHILATA NAVÎN PÊŞEROJA XWE DI AZADIYA OCALAN DE DIBÎNIN'
Ceylan got, "Kurdan ji roja destpêkê ve dîlgirtina Serok Apo ti carî qebûl nekirin û wê qebûl nekin" û wiha axivî: "Li hemberî komployê, bi dehan ewladên leheng ên gelê Kurd bedena xwe dan ber agir. Ev berxwedana ji wê rojê ve li hemberî dîlgirtinê didome, îro hîn bêhtir hatiye mezinkirin û didome. Gelê Kurd baş dizane ku Rêberê wan jiyaneke nû pêşkêşî wan kiriye, hêviyeke nû ya azadiyê afirandiye. Gelê Kurd, bi Ocalan re ketiye nava pêvajoya ji nû ve vejînê."
Ceylan anî ziman ku ne tenê Kurd, gelek gelên li Rojhilata Navîn pêşeroja xwe di azadiya Ocalan de dibînin û got, "Bi Şoreşa Rojava re baweriya gelan a bi nêrînên Ocalan bêhtir xuya bû. Di rewşa heyî de ev gel, pêşeroja xwe di modela Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan de dibînin. Li ser vê bingehê, gelek gelên li Rojhilata Navîn dixwazin Ocalan azad bibe."
GIRÎNG E HER KES TEVLÎ ÇALAKIYAN WERIN KIRIN
Ceylan da xuyakirin ku di sala 2015'an de hewl tê dayîn Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn ber bi kaosekê ve were dehfdan û ragihand ku rêya derketina ji vê kaosê nêrîna demokrasî û aştiyê ya Ocalan e. Ceylan diyar kir ku li gorî van hemû rastiyan, divê gelên herêmê bi hev re têbikoş in, civak û saziyên navneteweyî bixin nava tevgerê û rê li ber azadiya Ocalan vekin.
Ceylan got, "Di çalakiyên xwe yên ji bo destekkirina berxwedana YPG û YPJ'ê ya li dijî artêş barbaran DAIŞ'ê de, çawa ku me hemû gelên Ewropayê tevlî kir, divê em gelan tevlî çalakiyên ji bo azadiya Ocalan jî bikin" û ev xal destnîşan kir: "Haya hemû civakan êdî jê heye ku li Rojava, bi nêrînên Ocalan jiyan û sîstemeke nû hatiye avakirin. Ya girîng e ew e ku em cihêrengiyan tevlî çalakiyên ji bo azadiya Ocalan bikin. Pêwîste her kes bi Swîsreyiyekî, bi Elman û Fransiyekî tevlî çalakiyan bibe."
Ceylan ji bo çalakiyên wê di 28'ê Îlonê de destpê bikin banga tevlîbûneke xurt kir û got, "Eger em dixwazin xwedî li Amed, Cizîr, Nisêbîn û zarokên xwe yên bedena wan li peravan tê dîtin derkevin, eger em dixwazin mirovên me bi çand û zimanê xwe li ser xaka xwe bijîn, eger em li dijî înfazkirina ciwanên xwe derdikevin, divê em li dora Rêberê xwe bicivin."
Ceylan destnîşan kir ku divê ew di azadiya Ocalan de israr bikin û bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn û dostên wan kir, ku berpirsyariya xwe îro bilindtir bikin.