Gerîlayê HPG’ê nas ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Polîsan li Sêrtê êrîşî merasîma cenazeyê HPG'ê Ferhat Nas kir. Polîsan bombeyên gazê, ava şid û guleyên rastî avêt girseyê. Girseya ku astengiyên polîsan rakirin, cenaze defin kirin.
Polîsan li Sêrtê êrîşî merasîma cenazeyê HPG'ê Ferhat Nas kir. Polîsan bombeyên gazê, ava şid û guleyên rastî avêt girseyê. Girseya ku astengiyên polîsan rakirin, cenaze defin kirin.
Polîsan li Sêrtê êrîşî merasîma cenazeyê HPG'ê Ferhat Nas kir. Polîsan bombeyên gazê, ava şid û guleyên rastî avêt girseyê. Girseya ku astengiyên polîsan rakirin, cenaze defin kirin.
Li navçeya Qabilcewzê ya Êlihê roja 18'ê Îlonê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de li çoltera Sinemergê pevçûn derket û di encama pevçûnê gerîlayê HPG'ê Ferhat Nas (Kurtay Sêrt) jiyana xwe ji dest da. Malbata Nas piştî otopsiyê cenazeyê kurê xwe ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîna ya Doktor Gazî Yaşargîlê wergirt û ber bi Sêrtê bi rê ket. Cenazeyê Nas li navçeya Misircê ya Sêrtê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Karwanê cenazeyê Nas li ser kolana Tillo rawestiya û piştre bi hezaran welatî ji maşîneyan daketin, darbesta Nas danîn ser milê xwe û meşiyan. Girseya ku darbesta cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nas danîn ser milê xwe û meşiyan Goristana Zevyayê rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan êrîşî merasima cenazeyê HPG'ê Ferhat Nas kir. Polîsan bombeyên gazê, ava şid û guleyên rastî avêt girseyê. Girseyê jî bersiv da polîsan û polîs vekişiyan. Bi hezaran welatî dîsa bi dirûşman, heta goristanê meşiyan. Girseya ku astengiya polîsan ji pêşiya xwe rakir heta goristanê meşiya û cenaze defin kir.
Girseyê darbesta cenazeyê HPG'ê Nas hilgirt, heta Goristana Zevye meşiya û cenaze li goristanê bi merasîmekê defin kir.
BAV NAS: ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê TEQEZ BI SER KEVIN
Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bavê gerîlayê HPG'ê Nas Suleyman Nas, diyar kir ku kurê wî ne şehîdê ewil e û ne jî yê dawi ye û wiha got: "Bila kes nebêje gelê Kurd wê têk biçe. Çi dibe bila bibe gelê Kurd wê teqez bi ser bikeve." Dayika Nas Emine Nas jî anî ziman ku Nas ne şehîdê wan tenê ye û şehîdê gelû gelê Kurd e."
Hevserokê DBP'ê yê Sêrtê Reşit Teymur jî sersaxî ji malbatê xwest û diyar kir ku keç û xortên Kurdan ji bo nirxên we şer dikin û wiha got: "Polîsên AKP'ê êrişî gel dike û difikire ku wê Kurdan bitirsîne. Bila dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê baş zanibe ku zarokên gel ti carî serî li hemberî we natewîne."
Sersaxiya ji bo HPG'î Nas dê li Parka Bajar a Orhan Dogan bê qebûlkirin.
Hat diyarkirin ku di êrîşa polîsan de ciwanek hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.