Ji bo gerîlayê ARGK'ê Ednan Dilovan li Berlînê bîranîn

Li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo gerîlayê ARGK'ê Ednan Dilovan ê di sala 1995'an de li Oremarê jiyana xwe ji dest da, merasîma serxweşiyê hat lidarxistin.

Li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo gerîlayê ARGK'ê Ednan Dilovan ê di sala 1995'an de li Oremarê jiyana xwe ji dest da, merasîma serxweşiyê hat lidarxistin.

Ji bo Ebdilsetar El Hesen bi nasnav Ednan Dilovan ê di sala 1975'an de li Qamişlo ji dayik bû, di sala 1991'ê de tevlî refên têkoşîna azadiyê bû û di sala 2995'an de li Oremarê jiyana xwe ji dest da, mala serxweşiyê hat danîn. Merasîma bîranînê ji aliyê NAV-DEM Berlînê ve hat organîzekirin û gelek Kurdistanî beşdar bûn.

Merasîma bîranînê ku kekê Dilovan lê amade bû, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Nûnerên Komîsyona Malbatên Şehîdan, PYD û Civaka Îslamî ya Kurdistanê li vir axivîn û gotin, "Divê em xwedî li şehîdan derkevin, bîranînên wan bidin jiyîn û hêjayî têkoşîna wan bin."

Kekê gerîlayê ARGK'ê Ednan Dilovan di axaftina xwe ya li vir de got, "Birayê min ji bo Kurdistanê şehîd ket. Ew şehîdê hemû Kurdan e."

Merasîma serxweşiyê bi belavkirina xwarina xêrê bi dawî bû.

...