Hevaltiya wan li dibistana seretayî destpe kir. Bi demê re bûn hevrê. Banga Kobanê bihîstin û dest bi rêwîtiya xewn û xeyalan kirin. Bi bombeya DAIŞ'ê re tevlî karwanê nemiran bûn û bi hev re ketin hembêza axê. Li dû xwe başî, bedewî û însanî hiştin.
Emrûllah Akhamûr û Mûrat Yûrtgul, li ser banga SGDF ya ji bo tevlîbûna karê ji nû ve avakirina Kobanê ketin ser rê û beriya du mehan weke îro, di êrîşa DAIŞ'ê ya bi desteka AKP'ê de, tevî 31 şoreşgeran jiyana xwe ji dest dan.
Kekê Akhamûr Umran Akhamûr û apê Yûrtgul Yûsûf Yûrtgul ên ji bo tevlî civîna çapemeniyê ya Însiyatîfa Şehîdên Pirsûsê bibin hatin Stenbolê, Emrûllah û Mûrat vegotin.
Emrûllah ji 4 zarokên malbata Akhamûr ê 2. bû. Eger li Pirsûsê bi 32 şoreşgeran re nehatibûya qetilkirin, wê 25 salî bûya. Li Mersînê ji beşa dîrokê mezûn bûbû. Bi Mûrat re di heman emrî de bû. Hevaltiya wan a li dibistana seretayî destpê kir, emrekî dewam kir.
'EMRÛLLAH ZAROKEKÎ KU NIZANÎBÛ SIXÊFAN JÎ BIKE'
Kekê wî Umran Akhamûr qala birayê xwe kir: "20 salan bi birayê xwe re em li heman odeyê radiketin û radibûn. Di 4-5 salên dawî de ji ber zanîngehê ji malê çû. Emrûllah mirovekî hestewar bû û li derdorê girtî bû. Timî dixwend. Niha li malê gelek pirtûkên wî hene. Humanîst bû, cihêkarî nedikir. Li hemberî radîkalên herî tund jî bi hêrs nêzî nedibû, her tim hêviya wî ya 'wê rojekê biguherin' hebû. Di salên xwe yên xwendina zanîngehê de cihê xwe di nava hin xebatan de girt. Mirovekî aktîf bû. Lê em piştre hîn bûn ku hîn bêhtir aktîf û pêşketiye. Zarokatiya me bi kêf û şahiyê derbas bû. Me baş li hev dikir. Gelek tiştên xwe bi min re parve dikir. Me dibistana seretayî bi hev re xwend. Hingî Mûrat nas kir û bi wî re mîna bira bû. Bi hev re mezin bûn. Emrûllah zarokekî ku nizanîbû sixêf jî bikira, bû."
Piştî Umran Akhamûr apê Mûrat Yûsûf Yûrtgul peyivî û got, "Em bi hev re bûn. Li heman avahiyê em diman. Taybetmendiya diyarker a Mûrat ew bû ku gelek pirtûk dixwend. Zarokekî gelekî bi dîsîplîn bû. Rojê 5 saetan radiket, wekî din jî her tim bi karekî re mijûl dibû. Li zanîngehê jî bû hevserokê koma mafên mirovan û demokrasiyê. Der barê girtîgehan de xebitî. Em piştre hîn bûn ku ev xebat meşandiye. Mûrat ji hemû mirovan hez dikir, mirov ji hev cihê nedikir. Çû cem malbatên karkerên li Soma hatin qetilkirin. Kî dihat qetilkirin, ew li cem malbatên wan bû."
BI DEMÊ RE ÊŞ KÛRTIR DIBE
Emrûllah û Mûrat berî bikevin ser rêya Kobanê, ji bavên xwe re dibêjin.
Kek Umran Akhamûr, çîroka rêwîtiyê vedibêje: "Ji bo pêçandina birînên mirovên me, beriya niha 10 caran bi kelûmelên alîkariyê re ez çûbûm Pirsûsê. Ji ber vê yekê min herêm nas dikir. Emrûllah ji min re got ku ew ê biçe. Ji bavê me re jî gotiye, gotiye ku ew ê pêşengiyê ji pêvajoya avabûnê re bikin. Ji aliyê ewlekariyê ve jî bavê min îqna kiriye. Lê belê eger haya min jê hebûya min ê hewl bida pêşî lê bigirim. Ji ber ku li wir ewlekariya jiyanê tinebû. Min ê nekarîbû qebûl bikira ku biça. Ez li hemberî birayê xwe ne bi hêrs im, lê xemgîn im. Tevî ku du meh di ser re derbas bûye jî êşa wî hînê teze ye. Nayê ji bîr kirin. Dem her tiştî nade ji bîr kirin. Bi demê re êşa wî kûrtir dibe. Ya ku kir rast bû, karê ku dixwest bike rast bû. Lê dema wê şaş bû."
Ap Yûsûf Yûrtgul jî diyaloga dawî ya bi Mûrat re vegot: "Mehek beriya Mûrat û Emrûllah bikevin ser rêya Kobanê birayê min hat cem min û got, 'Kekê, Mûrat dixwaze bi Emrûllah re biçe Kobanê. Tu çi dibêje?' Agahiyên berfireh da. Mûrat ji diya re jî got, 'Dayê eger ez neçim wê kî biçe? Kî wê alîkariyê bide zarokan?' Mehek piştî axaftina bi birayê xwe re, xwişka Mûrat hat got, 'Apo kekê min diçe'. Ez çûm cem wî. Mûrat û Emrûllah bi hev re li malê rûniştî bûn. Min ji wan pirsîn hûn diçin ku derê, wan jî gotin, 'Apo karê me heye'. Ji bo xwarinê bixwin min bang li wan kir, lê wan gotin divê em xwe bigihînin wesayîtê û nehatin. Min ji wan re got, 'Rêya we vekirî be'. Hinekî li ber kertim. Diya wî jê re gotiye, ez êşiya me. Dûre çûm malê. Piştre min dît ku bi Emrûllah re hat. Gelekî kêfxweş bûm. Lêborîna xwe xwest. Ti carî li hemberî kesî hêrs nedibû. Ji bo kêfa min bînin, dilê min xweş bikin, du parî xwarin. Xatirê xwe xwestin, destê min maçî kirin. Ji min re gotin ku ew ê biçin Kobanê. Me heqê xwe li hev helal kir. Çûn. Mûrat ji bo biratî û mirovahiyê, ji bo gelan tişta herî baş kir. Em gelekî xemgîn in. Me gelekî êşên mezin kişand, lê belê rêya biratiyê hilbijart."
'BI KOMKUJIYÊ RE BIRATÎ HEDEF HAT GIRTIN'
Ap Yûrtgul da xuyakirin ku ji ber pira di navbera gelên Kurd û Tirk ava kirine hatine qetilkirin û got, "Dema em çûn Dîlokê ji bo wergirtina cenazeyê xwe, me dît ku cenaze diçin çar aliyên Tirkiyeyê. Ji Trabzon, Stenbol, Hatay, Wan, Bûrsa re cenaze hatin şandin. Ev êrîş ne tenê li hemberî Kurdan bû. Ev êrîş ji bo ji holê rakirina biratiya gelan û mezheban bû."
Ap Yûrtgul diyar dike ku her çend tetîkkêş DAIŞ jî be, li pişt vê komkujiyê desthilatdariya siyasî heye û got, "Yê bombe teqand jî, yê li pişt wan jî navê Xwedê û însanetiyê gemarî dikin. Divê Misilman ji van re bêjin 'Ev munafik in, divê mirov xwe ji wan vegirin'."
Ap Yûrtgul anî ziman ku piştî komkujiyê Serokkomar û Serokwezîr li wan negeriyane, sersaxî jî nexwestine û got, "Serokkomar, Serokwezîr li malbatên leşkeran digerin û sersaxiyê dixwazin. Madem dibêje ew Serokkomarê 70 mîlyonan e, diviyabû li min jî bigeriya. Walî û Qeymeqam jî diviyabû ev bikira. Eger em aştî û biratiyê dixwazin, wê demê divê li maseya muzakereyê ya hatiye qelibandin vegerin. Ew mase ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat qelibandin."
Di ser komkujiyê re du meh derbas bûn. Lê belê êşa wê hînê kêm nebûye.
Kekê Emrûllah Umran Akhamûr, ya ku di 20'ê Tîrmehê de winda kir bi vî rengî pênase kir: "Eger ez lîstikvanekî futbolê yê gelekî navdar bûma, bifikirin ku hingî her du lingên min bi carekê ve hatiye jêkirin. Ez niha di wê rewşê de me. Hêviyên min şikestin. Xeyalên min ên ji bo pêşerojê qediyan. Na naxwazim tiştekî jî bikim. Pêwîstiya min hinekî bi demê re heye. Ji ber ku ji kûrahî ve hejiya me. Jiyana me bi temamî guherî."
HER DU MALBAT DIXWAZIN PIRTÛKXANEYÊ VEKIN
Malbatên Akhamûr û Yûrtgul, ji bo bîranîna her du ciwanên şoreşger bidin jiyîn dixwazin li Qoserê pirtûkxaneyekê vekin û ji bo vê jî alîkariyê ji rêveberiyên herêmî dixwazin.